16 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -237-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1987-09-16

Ji ABFê((Yekîtîya Karkeran a Perwedeyê)îro telefonî min kirin, gotin heger tu dixwazî sibe were dest bi kar bike. Min bi kêfxweşî got pir baş e, ez sibe têm.

Pir baş bû, ne bi dewamî be jî ji bêkariyê baştir e. Lê heger ji wan ra karkir lazim be û ez jî têkevim serê wan, îhtîmal heye min bigrin kar.
Ezê xwe baş bidimê, hêvî dikim karê min têkeve serê wan. Lê kar dîtina li wir zor e, ABF wer her kesî nagire kar, dibê  swêdiya meriv pir baş be û ”torpîla” meriv hebe…


XXX
1996-09-16

Min îro telefonî Londonê kir, bi Salim Çelîker ra peyivîm, min li halê wî pirsî. Got roja çarşemiyê ezê wegerim Stockholmê.

Do ne pêr, dostekî min(...)telefonî min kiribû, ez ne li mal bûm. Bîstek berê min telefonî wî kir. Negot ji bo çi telefonî kiriye. Got ”ne ji bo tiştekî bû, min got hema li halê te bipirsim, em carê hevdu bibînin.”

Min got baş e, tu kînga bixwazî em kanin hevdu bibînin. Dûra di nav sohbetê da qala lawê xwe yê mezin(...) kir, gazin jê kir. Lêwik xanima xwe berdaye, mal jî terikandiye. Pir pê diêşiya, rebeno qala derdê xwe kir.

Min got bîna xwe fire bike, gerek tu tiştekî çewt nekî. Belkî piştî demekê hişê wî were serî. Me soz da hev hefta pêş me emê hevdu bibînin.

Ez lêwik nas dikim, xortekî baş e, pir jîr e. Meriv nizane, belkî bêdil zewicandine. Dibê meriv zarokên xwe bêdilê wan nezewicîne, dûra dibe problem, sebebê trajediyên mezin.

Ez rojekê lêwik bibînim ezê pê ra bipeyivim. Lê qalkirina tiştên wiha zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar