Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-09-12
Meşa protestokirina 12ê îlonê li dijî Tirkiyê çê bû. Em dîsa çûn ber Konsolosê
Tirkiyê. Bi texmîna min li dora 400 kesî di meşê da hebûn.
Piştî meşê ez çûm mala Mûrad Ciwan, me li ser Armancê, nivîsên ewê werin
weşandin, zêdekirina aboneyan hinekî kir galgal.
1987-09-12
Bi minasebeta 12ê îlonê me çend kesan saet di 10.00a da tacegulek(çelengek)reş bir danî ber Konsolosxaneya Tirkiyê.
Mitîngê ji Sergelsgortgetê dest pê kir, ji wir çû Kunstregardenê. Li wir sê(3)dengbêjên swêdî sitran gotin. Mazlûm Kîperê hevalê TKP(Partiya Komunîst a Tirkiyê)sipîkerî kir. Axaftina li ser 12ê îlonê hat kirin.
Şêrko Bêkes çend şiîr xwendin. Du gurûbên folklorê çend lîstik lîstin.
Di bin bandrola Federasyonê da zêde kes tunebû, 5-6 kes bûn. Kortêja herî dirêj a Yekîtiya Çep bû.
Piştî mitîng qediya ez û xanim û zarok em çûn daweta Fehidê soran. Hevalekî partiya Komunîst a Îraqê ye.
XXX
1999-09-12
Roja Îniyê lawê meta Keya Îzol Hecî wefat ki. Feqîro ev du
sal bûn kansêr pê ra peyda bûbû, ezabekî mezin dikşand.
Îro ez çûm şîna wî. Gotin du zarokên wî hene, yek pênc salî ye û yek jî du sal
û nîv e.
Wek Can Yucel gotibû, bi rastî jî kansêr nexweşiyeke qeleş e, meriv nizane
kînga ewê çi gûyî bixwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar