29 februari 2020

Wey li min



Keçik bi zeyîtî çûbû mala bavê xwe. Bavê jê pirsî, got:
-Keça min ma li gund çi heye, çi tuneye?
Keçikê got:
-Wele tiştekî xerîb tuneye bavo. Tiştê xerîb zavê te Receb bû muxtarê gund.
Bi vê xebera kiçikê ra ji dêlî bavê wê bi muxtariya zavê xwe kêfxweş bibe, li çonga xwe xist û dest bi girî kir, got:

-Wey li min ! Ku Receb jî bûbe muxtar wê demê li gund kes sax nemaye, giş mirine.


Şîr derman e
Zavayê nuh piştî daweta xwe bi çend rojan nexweş ket. Bavê jê ra got lawê min şîr vexwe, şîr pir baş e. Lê lîwik gurra bavê xwe nekir, tim got wele ez ji şîr hez nakim, venexwar. Bavê got:
-Lawê min, ez ji te ra dibêjim vexwe, şîr him deman e û him jî mêrikê meriv şiyar dike.
Li ser van gotinên mêrik, guhên diya lîwik mûç bûn, vegeriya ser mêrê xwe, jê ra got:
-Tu dev ji lîwik berde, ji wî bêtir hewcedariya te bi şîr heye, lê haya te ji te tuneye. Hema her şev berî raketinê çend qedehan vexwe…

Zikê birçî
Rojekê Xoce Nesredîn li nav bajêr digeriya, him bêpere bû û him jî birçî bû; ji birçîna zikê wî dikir qurequr. Di ber firneyekê ra derbas bû. Danê êvarê bû, bîna nanê teze, nanê germ li serî xist. Çû ber deriyê firnê, ji yê nanfiroş ra got:
-Ma ev nan giş yên te ne?
Mêrik got:
-Erê giş yên min in.
Xoce got:
-Ê Xwedêjêrazî, madem ev nan giş yên te ne, wê gavê tu çima nakşî ber û ji xwe ra têr naxwî?

Minaqaşeya li ser zimên
Li Parîsê di sohbeteke li ser zimên da, di nabêna şairê bi nav û deng Hejar Mukrîyanî û Kurdistan Mukrîyanî xanimê da minaqaşeyek çê dibe. Kurdistan Mukrîyanî xanim dibêje:
-Di fonetîka kurdî da dengê ”Q” tuneye, lema jî dibê ev deng neyê bi kar anîn.
Mamoste Hejar li dijî vê dîtinê derdikeve û dixwaze Kurdistan Mukrîyanî xanimê îqna bike.
Lê mamoste Hejar çi dibêje, çi argumentê dide pêş jî Kurdistan Mukrîyanî îqna nabe, ew tim dibêje ev deng ne bi kurdî ye û lema jî dibê em bi kar neynin.
Hejar bala xwe didê ewê nikanibe wê îqna bike, dibêje:
-Xatûn, di kurdî da dengê ”Q” heye, çawa tuneye? Mesela du tişt bi teve hene navê herduyan jî bi ”Q” dest pê dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE