11 februari 2020

Tesadufeke pir bi xêr


Min îro bi çapxaneya APECê ra bazarek kir, ewê kitêbeke min çap bike. Kitêbeke min hebûna wê ji bîr kiribû, haya min ji hebûna wê tunebû, bêhemdî lê rast hatim.

Çendakî berê di arşîwa xwe da ez rastî çend tiştên xwe yên muhîm hatim. Di nav wan tiştan da du defterên min yên notên rojane hebûn. Notên yekê ji 24ê nîsana 1985a dest pê dike û di 16ê meha 12a ya sala 1985a da diqede.

Notên deftera din jî min di 5ê cotmeha 1996a da dest pê kiriye û di 15ê tebaxa 1997a da qedandiye.


Di van herdu tefteran da min hin rojan not girtine, min çi kiriye, kî dîtiye, bi kurtî nivîsîye.

Lê tiştekî hîn muhîmtir, bêyî van herdu defteran, min kitêbeke xwe ya mîzanpaja wê çê kirî û li ji çapê ra amade jî dît.

Bi dîtina wê ra ez him matmayî mam û him jî pir kêxweş bûm. Ji nişkave bûm xwedî kitêbeke nuh.

Min hin meqaleyên xwe yên di rojnameya Armancê da çap bûne((ji 1986a dest pê dike) top kirine û di destpêka 1997a da xwestiye wek kitêbekê, bi navê ”Stiriyên Me” çap bikim. Li ser hev 64 meqale ne.

Arif Zêrevan mîzanpaja wê çê kiriye. Weşanxaneya Roja Nû gotiye emê biweşînin, lê neweşandiye û li ser vê, kitêb di arşîva min da maye û min ji bin da ji bîr kiriye.

Herdu defterên notên rojane di bîra min da bûn, lê hebûna kitêbeke wiha û çîroka çapnebûna wê, min ji kok da ji bîr kiribû.

Di notên xwe yên rojane yên wê demê da min qala meselê û kitêbê kiriye. Bi xêra notên xwe yên wan rojan ez serpêhatiya kitêbê û çîroka çapnebûna wê fêr bûm.

Piştî min ew di arşîwa xwe da dît ez gelkî kêfxweş bûm, gelkî kêfa min hat. Min biryar da ez çap bikim. Min got bira ev nivîs û tarîxa min di rojnameyeke 30-40 sal berê da nemîne, bira ew nivîsên min li ser hev di kitêbekê da top bibin. 

Bira xwendevan, nifşên/cîlên nuh bibînin 30-40 sal berê ez çi fikirîme û min çi nivîsîye. Ev ne tarîxa min tenê, di eynî wextê da çavkanî û şahidiya tarîxa me ya nêz jî.

Ji bo wê jî îro ez çûm APECê, min û Elî Çîftçî li hev kir, ewê tîrajek hindik ji min ra, li ser navê min çap bike.

Ezê jê ra pêşgotinekê binivîsim û di rojên pêş da bi navê ”Stiriyên Me” bidim çap kirin.
Ne di naveroka wê da û ne jî di zimanê wê da ez tu guherandinan nakim, mîzanpaj çawa çê bûye, ezê wer çap bikim.

Lê helbet nivîsên min ne ev tenê ne, ev 40 sal in dinivîsim. Li ba min û di bloga min da li dora 6400 nivîsên din hene, heger weşanxaneyek xwe bide ber, ji wan nivîsan ez dixwazim cildek, du cildên din jî biweşînim. Hêvî dikim berî mirina xwe ji wan nivîsan hinekên hêjayî weşanê di çend cildan da çap bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE