25 februari 2020

Serê her tiştî xebat e


Carnan hin tiştan dinivîsim kêfa gelek kesan jê rat ê tê, diecbînin. Bi wan gotinan dibim tercumanên gelekan, ya dilê wan jî dibêjim. Bi vê riyê bi wan ra jî ew fikir çê dibe, xurt dibe.

Ji xwe tesîra fikrî, îdeolojîk û siyasî wiha belav dibe. Hasilî kelam medyaya sosyal ne bêfêde ye.


Pir hindik meriv tesîrê li hev dike, hin tiştan fêr dibe û hin tiştan jî dide fêrkirin. Delîlê vê yekê jî zêdebûna nivîsên bi kurmancî ye. Li gorî 9-10 sal berê kesên bi kurdî dinivîsin zêde bûne.
Xwediyê sebrê mîrê Misrê...

XXX
Heta nuha min çuqas xwendekarên ji Zanîngeha Mêrdînê mezûn bûne dîtine, gişan bi hezkirineke mezin qala Malmîsanij xoce kirine, pesnê wî dane, gotine em pir tiştên baû hêja jê fêr bûn.

Wahdet Uçar xanim jî xwendekareka wî bûye. Wê jî ji min ra do bi şev bi teqdîr, bi hezkirineke mezin qala vî mamosteyê hêja kir.

Xwezî bi dilê wî mamosteyî xwendekarên wî/wê hewqasî jê razî bin, hewqasî jê hez bikin, hewqasî ji dil pesnê wî bidin.

XXX
Rast e “her kes hinekî bi tenê ye. Ev tenêtî hinekan pir biçûk dike, hinekan jî pir mezin dike.”
Hinek ji tenêtiyê ditirsin, hink jê hez dikin.
Hinek direvin tenêtiyê, hinek ji tenêtiyê direvin.
Lê dawiya dawî her kes bi tenê dimre, kes kesî bi xwe ra nabe gorrê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE