06 februari 2020

Nêçîra me ya îro



Li nêzî mala me ciyekî tişt-miştên kevn yên ji destê duyemîn(second hand)difroşin heye. 

Ez û xanim carnan riya xwe bi wir dixin û çavên xwe li tablo û tiştên antîk digerînin. 

Hêvîya me ew e rojekê em bi erzanî li tiştekî pir bi qîmet rast werin. Lê çi heyf heta nuha me çi kiriye bi qîmet derneketiye. 

Belkî jî me tiştnin bi qîmet kirîne haya me jê tuneye. 


Ez zêde dirêj nekimû werim ser mijarê.

Îro dîsa me riya xwe bi wir xist. Hundur tije milet bû, her kes ji xwe ra li tiştekî digeriya. 

Me jî bîstekê çavê xwe gerand û di dawiyê da bazarek kir.


Me ji xwe ra bi perakî erzan(35 dolarî) du tablo û mûmdankek (şamdankek) kirî.
Tuvalên herdu tabloyan jî boyaxa rûn(oil 
painting)in.


Bi taybetî min ji tabloyekê pir hez kir, li pişt bahrê roj dihere ava. Ji ber ku danê êvarî ye, tablo hinekî tarî ye. Lê şewqa rojê ya sor dayê avê, av dibriqe. Bi ya min tabloyeke gelkî xweşik e.

Şamdana me jî gelkî xweşik e, nefel e. Gava mûm di hundurê wê da vêdikeve dîmenekî xweş peyda dibe. Meriv kane him mûma biçûk û pahn û him jî ya dirêj têxê.
Em herdu jî ji bazara xwe memnûn hatin mal. 

Lawikê me yê biçûk Rojen jî bazara me eciband, lê çarçewa tabloyekê ne bi diê wî bû, got pir mezin û tarî ye. 

Lê ez eksê wî difikirim, bi ya min çarçewe tam li gorî tabloyê ye. Kêfa min ji  kirîna tiştên kevn û antîk ra tê, lema jî ez carnan xanimê bi xwe kaşî wir dikim.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE