Ewrûpiyan, tirk tim îdare kirine, her zirzopî û her bêedebiya
wan efû kirine, gotine de tişt nabe, tirk in, cahil in, bêkultur in, dibê meriv
cahilan îdare bike, xwe bi ber teqala wan nexe.
Vê bînfirehî û xweşbîniya ewrûpiyan, emerîkiyan tirk zêde aşûnî, şûm kirin. Gava yek zêde aşûnî bibe, zêde rû bigire bêrû, bêar dibe, heya pê ra namîne.
Bi siyasetmedarên tirk yên îslamî ra şerm, heya nemaye, çi tê serê wan jî qet li ber xwe nakevin. Ji bo wê jî bela xwe di her kesî didin, çimkî ji rezîlbûna xwe fedî nakin.
Li Tirkiyê bêrûtî, bêarî êdî şerm nayê dîtin, civata her bêexlaqiyê, her derewê, her sextekariyê normal dibîne û diparêze.
Lema jî serok û rêberên tirk bûne Hurmuza heftmêrî, rojê di himêza dewletekê da ne.
Erdogan rojekê bi Pûtîn ra flort dike, roja din jê dixeyide, îcar dihere li dora Trump çerx dibe, dest bi dîlbaziyê û melaqiyê dike.
Rojekê NATOyê bêminet dike, dihere dibe hevalê Rûsyayê û Îranê, roja din bi Rûsyayê û bi Îranê ra pevdiçine û îcar ji NATOyê alîkariyê dixwaze.
Baweşîng jî bi vê suretê viz nabe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar