Di tarîxa me da îro rojeke pir muhîm û tarîxî ye; roja
Serîhildana Şêx Seîd e.
Di 13ê sibata 1925a da kurdan bi pêşengiya Şêx Seîd û Tevegera Azadî li hemberî dagirkeriyê û zulmê serî hildan.
Serîhildanê heta dawiya adarê dom kir, lê bi ser neket, serîhildan şikiya û Şêx Seîd û hin hevalên pê ra dema dixwestin derbasî başûrê Kurdistanê bibin bi îxaneta Bînbaşî Qasim hatin girtin.
Piştî du meh mahkemeyek qereqûşî, di 28ê hezîranê da mahkimeyê biryara îdamkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî da; 28 kes tavilê, di eynî rojê da îdam kirin.
Şêx Seîd û 19 hevalên wî jî roja din, di 29ê hezîranê da li Derîyê Çiyê bi hovane îdam kirin.
Dewleta zalim û dagirker ji bo ku kurd zulm û hovîtiya tirkan ji bîr bikin, ji bo ku nebin xwedî şiûrekî neteî, gorra Şêx Seîd û 47 kesên îdamkirin nîşanî malbatên wan nadin. Ev jî bêwîjdaniyeke bi qasî îdamên wan mezin e.
Him
qetlîameke mezin kirin û him jî cenazeyên kesên îdamkirine nadin, gorrên wan
nîşanî kurdan nadin.
Di 95 saliya serîhildanê da Şêx Seîdê kal, serokê Tevgera Azadiyê Xalid Begê Cibrî, Zîya Beg û şehîdên kurd û Kurdistanê hemûyan bi hurmet bibîr tînim. Ewê tim û daîm di dilê me da bijîn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar