Gotineke meşûr e, dibêjin hekîmê nîvçe meriv ji can, meleyê
nîvçe meriv îmanê dike.
Di siyasetê da jî merivên xeşîm û nezan, kesên ji zanîn, exlaq û kultura siyasî bêpar meriv ji siyasetê sar dikin.
Kîjan kar dibe bira bibe, dibê ji alî kesê erbabê wî karî ve were kirin. Siyaset jî were ye, dibê ew jî di destê siyasetmedarê bi rastî ji heq siyasetê tê der da be, dibê siyasetmedar jî erbabê kar û wezîfeya xwe be.
Lê di piraktîkê da her tim ne wiha ye, gelek caran kesên ji siyasetê fêm nakin dikevein nava siyasê û dibin berpirsiyarên partiyan.
Ev yek jî dibe sebebê ew partî xurt nebe û însan ji siyasetê sar bibin.
Ji siyasetmedaran wek tuxtoran, mihendizan, abûqatan, mamosteyan dîplome nayê xwestin, kî bixwaze kane bibe siyasetmedar. Ev jî handîkapa siyaswtê ye, xeşîm, nezan dibin siyasetmedar û navê siyasetê xera dikin, li ber çavên xelkê reş dikin...
XXX
Ji dêlî hûnê navê kurdî li xwe kin û bi tirkî binivîsin,
bira navê we ne kurdî be, lê bi kurdî binivîsin.
Ez bi navê we dixapim, dibim şopînerê we, dû ra bala xwe didimê tenê nav kurdî ye, nivîs piranî bi tirkî ne.
Yanî wek dibêjin min li bejnê nerî bi zêran kirî, laçik rakir qartikê gurrî…
XXX
Nelson Mandela gotiye, ”Ji bo azadiyê ne hewce ye tu
asîmanan feth bikî, ruhê xwe nefroşe bes e.”
Meriv kane viya ji bo kurdan jî bibêje, ji bo azadiya Kurdisrtanê ne hewce ye hûn qehremaniyê bikin, ruhê xwe nefroşin tirkan, farisan û ereban bes e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar