Mihemed Ronahî |
Ev çend sal in ez Mihemed Ronahî nas dikim. Lê ne pir, ne ji nêz
ve. Hêdî hêdî dibînim Mihemed Ronahî bi hin aliyên xwe him merivekî xas/taybet e
û him jî nivîskarekî xwedî gelek huner, qabîlîyet û meziyetên îstîsna ne.
A vî nivîskarê ”newî
şahsina munhasir” di malpera xwe ya facê da bi
uslûbeke mutewazî gotiye:
”Îsal ji bo ku ez bigihînim fûara pirtûkan ya Amedê min pênc kitêbên qerase dabûn ber xwe. Min wergera çar heban qedand lê yek negihîştê mixabin. Ji wergerên min ên ku min qedandine yek jî sê cildên Kurdistan Tarihi ya rehmetî Ethem Xemgîn e. Li Fûara Amedê ev pirtûk dê li standa weşanxaneya j&j yê be.”
Mêrik di salekê da çar werger kirine û ji van wergeran jî yek sê cild in, lê camêr hîn jî ji karê xwe ne razî ye, gotiye minê 5 kitêb tercume bikira, lê min pê ra negîhand, min kanî çar heban tenê wergerînim.
Meriv ancax kane hewqasî mutewazî be.
Gava min ev agahiya wî xwend, ez him kêfxweş bûm û him jî matmayî mam.
Kêfxweş bûm, ji bo ku di van rojên giran û bêyom û di demeke hewqas kin da, hewqas karên hêja kiriye.
Matmayî mam, çimkî di wexteke hewqasî kin da, min hewqas kar ji vî merivê hêrsok, xeberok û araqvexwur hêvî nedikir, nedipa.
Min ji xwe ra digot nuha ew ji qahra bêxîret û cahşan her şev vedixwe û kezebê li xwe reş dike.
Tu nabêjî mêrik him vedixwe, (belkî jî qet venaxwe, ev texmîn û qenaeta min ya subjektîf e), him diqehere, him bi wezn û kafîye xeberên xwe dide û xeberên wî jî tim bi gulik û bi şirik in û him jî di ber ra karê deh kesan dike.
Welehî hell be ji te ra, a tiştê min texmîn nedikir ev e.
Ez nuha xwe resmen otokrîtîk dikim, ez gelkî şaş bûme…
Merivên wiha kêm in.
Ez bi xwe gava hêrs dibim ne berhemdar im, balans û kontrola xwe wenda dikim.
Lê li ba vî camêrî belovacî wê bûye, her ku qeherîye, her ku hêrs bûye bêtir xebitîye, bêtir berhem daye. Qahrê, hêrsê û alkolê bêtir enerjî dayê.
Di salekê da tercumekirina 5-6 kitêban ne heneke e, ne karê her kesî ye, dibê meriv wek gêrikan(mûriyan)bixebite.
Min zanîbû camêr merivekî jîr û jêhatî ye, ji xwe ji şiroveyên wî meriv tavilê viya fêm dike. Lema jî kêfa min jê tê.
Lê hewqas berhemdarî bi rastî min texmîn nedikir, min jê nedipa.
Çimkî min camêr baş nas nekiriye.
Ez rojê çend rêzan dinivîsim, ez dibêjim belkî ez karekî pir mezin dikim.
Lê camêr ne tenê xebatkar û berhemdar e û di salekê da 5-6 kitêb wergerandine, di ser da camêr çelziman e jî.
Min ew jî nizanîbû, ez wê jî nuh fêr bûm.
Camêr îngilîzî, farisî, soranî û zazakî jî zane.
Tirkiya wî ji xwe ne hewce ye ez bibêjim, wek kurmanciya wî, tirkiya wî jî muhteşem e.
Xwedê kir bi tirkî nanivîse, heger binivîse tirk ewê wî bidin ser serê xwe.
Ji bo fêrbûna hewqas zimanî zîrekî, sebir, îstîkrar û helbet ezm lazim e.
Gelek şair û nivîskarên me bira zanîna hewqaqas zimanî li wir bimîne, kurmancîya pê dinivîsin baş nizanin.
Lê ev camêr sê lehçeyên kurdî, kurmancî, zazakî û soranî zane û bi hersê lehçeyan him kane binivîse û him jî wegerê bike.
Wergera wî û Muhsîn Ozdemir ya kitêba Newşîrwan Mistefa ya li ser Mahabadê û hukûmeta Kurdistanê xebeteke pir hêja ye. Kitêba Ethem Xemgîn, Dîroka Kurdistanê her wisa.
Ez tirkiyeke xerabe û çend gotinên swêdî zanim, dibêjim belkî ez jî bi zimanan zanim. Bi Xwedê ez Mihemed Ronahî dexisîm, li hemberî hewqas huner û marîfet dilê min bijiyayê.
Hebûna kesên wiha kêfa min tîne. Xwezî di nava me da bi hezaran kesên wiha hebûna.
Mihemed Ronahî, berê jî min ji te hez dikir, lê ev hezkirin nuha zêdetir bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar