Civat her tim bi pêş da naçin, carnan jî bi paş da diçin, wek erebeya tu têxî vîtêza dawiyê, paşpaûko diçe.
Tirkiye nuha lê wer hatiye, bi paş da diçe.
Tirkiye nuha lê wer hatiye, bi paş da diçe.
Tirkiye berê jî welatekî nezanan û cahilan bû. Li Ewrûpayê miletê herî paşdamayî, civata herî nezan û cahil tirk in, bêhuner û bêsinet in.
Xusûsiyeta tirkan ya herî sereke nezanî, cahilî, bêsinetî û pan-tirkîstî ye.
Tirk bi piranî kesên nezan û cahilên pir ji nava xwe razî ne, haya wan ji cehaleta wan tuneye, tim dibêjin ez û ez.
Lê îslamîstan di 17 salên îktîdara xwe da piçek aqilê di serê tirkan da hebû, ew jî ji serê wan bir, Tirkiye nuha tam bûye civateke dînan.
Tiştê nuha li Diyarbekrê dikin parodîyeke pir erzan e, lîstikvanên wê jî hêzên îslamîst in.
XXX
Gava ez hin gotin û beyanên dîndarên tirk dixwînim ez ji xwe
ra dibêjim, dîndariya zêde bi rastî jî meriv dîn dike.
Dînîtî ne qelişandina kincan tenê ye. Nefikirandin, kêmaqilî, baweriya bi xurafeyên beradayî jî şiklekî dînîtiyê ye. Ev kes, dînên wiha herî bêtir di nava dîndaran da hene.
Û him jî xwedî kursî û meqam in, gelekên wan zarokan perwerde dikin. Tahlûkeya herî mezin jî ev e, xurafeyên dînî wek rastiyên mutleq dixin serê zarokan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar