14 augusti 2019

Zimanê me ketiye ber sikratê


Kurdî li ber sikratê ye û êdî her kes jî vê yekê dibîne. Meriv her roj rastî numûneyekê tê. 

Di nivîsa xwe ya berê da jî min qala Culemêrgê kiribû, ev numûne jî dîsa ji wir. Fermo bixwînin û bibînin zarokên Culemêrgê ketine çi halî.

Kurdekî culemêrgî bi navê Babê Mesûd di twîtteke xwe da qala serpêhatiyeke xwe ya pir balkêş kiriye. Gotiye:

 ”Li kuçê zarokekî 3 salî her dem tirkî diaxivî. Min gote meta wî ya 12 salî çima ev zarok bi kurdî nizane? Meta wî ya 12 salî got "gelecekte kurtçe dili kalmayacak ondan(di pêşerojê da ewê kurdî nemîne ji bo wê."
Min got kê ev gotin gotiye?

Got ”wisa ye, êdî çi kes gel eyalê xwe kurdî naaxivît.”

Heger keçeke culemêrgî ya 12 salî wiha bibêje maneya xwe kurdî li ber mirinê ye, dewletê kurdî li ber çavê zarokên me reş kiriye, baweriya bi kurdayetiyê û Kurdistanê ji dilê wan derxistiye.

Gedeyê 3 salê gava mezin bibe ewê ji meta xwe reşbîntir û bêhêvîtir be. Gava bawerî nemabe azadî ne mimkûn e.

Jindar Daristan Mixabin rewş weha ye. Lê tişt nemabin jî dê nivîsên ronakbîrên wek we bimînin. Ev jî hêviyek a xurtbûna pêşerojê ye.

Diyar Sozdar Her hindek ji wan colemêrgiyan bi şaluşepk bi ziman û çanda kurdî jî cehşin. Xwe ji bo do dolaran difrişin. Ziman u kurdîaxiftin têra nakit. Hişmendî lazime.

 XXX
50 sal berê bû, em tifil(zarok, gede)bûn, em bi xwe hesiyan, me xwe nas kir.
Me fam kir welatê me bi dare zorê ji me hatiye stendin.

Me fam kir em bindes in û dijminê me dixwaze koka me biqelîne û welatê me jî li xwe bihelîne.
Me biryar da emê bindestiyê qebûl nekin, emê welatê xwe rizgar bikin.

Pêşiyên me jî, bav û kalên me jî bindestî qebûl nekiribûn, li hemberî dagirkeran serî rakiribûn.

Li hin beşên welatê xwe me hin maf bi dest xiti bin jî lê wek milet em hîn negihîştine hedefa xwe, em hîn bindest in, welatê me hîn di bin dagirkeriyê da ye.

Lê yên bi bindestiya xwe hesiyan e û yên ji bo azadiyê ketine rê pir bûne. 

Li gorî 50 sal berê zor û zahmetî zêde bûbin jî emê rêya bidomînin, heta em li Kurdistana şîrîn ala azadiyê li ba dikin.

XXX
Rêya me dûr e, barê me giran e. Çete û rêbir me rehet nahêlin, tim êrîşî karwanê me dikin.

Hevalên me jî hemû ne saxlem in, hinek vedigerin, hinek diwestin, hinek jî tevî çete û rêribiran dibin.

Lê rê çiqasî dûr be û barê me çiqasî giran be û zayîata me çiqasî mezin be jî emê rêya xwe bidomînin û miheqeq bigihîjin hedefa xwe. Veger mirin e, mehûbûna me ye. 

Karwan carê ketiye rê, rê çiqasî dûr û asê be jî ewê rêya xwe bidomîne, heta digihîje hedef û mexseda xwe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE