12 juli 2019

Xwedê kêmasiya hevalên wiha nede


Do min nikanîbû tiştekî zêde binivîsîya. Min dîlok û pêkenîna xwe ya rojane nivîsî û ez ji mal derketim. 

Sibê zû, saet di heyşta da ez çûm merasima cenazê Vedat Orakçioglu. 

Cenaze saet di dehan da bû.

Berê ez çûm nexwazşxanê û dû ra jî me çû cenaze li gorristana Solnayê gorr kir. Goristaneke pir xweş e, ev cara pêşî bû min didît.


Ji wir jî em çûn qahwexana Cemîl, em bîstekê rûniştin û me ji lawê wî ra sersaxî xwest û pê ra hinek sohbet kir.

Dû ra jî min lêxist ez çûm mala Qudbedîn Aliş. Mala camêr ava be, ban min û çend hevalan kiribû.

Xanima wî ne li mal bû, wî jî gotiye weleh de fersend ev fersend e û ban çend hevalên xwe yên kal û xort kiribû; kal ez, xort yên din bûn.

Qudbedîn hevalekî xweşsohbet û xwedî marîfet e, ji vexwarina araqê û ji sohbetên wiha hez dike. Em jî xêra wî carnan wiha jê fêdê dibînin.

Me çend hevalan heta derengê şevê ji xwe ra kêf kir. 

Me geh qala siyasetê kir, -ji xwe civata kurdan bêsiyaset nabe- û geh jî qala serpêhatî û rojên borî kir û ji xwe ra têr keniyan.

Ez derengê şevê hatim mal, lema jî min do tiştek nenivîsî. 

Dibê ez spasî Nîmet Aydin jî bikim, camêr wê derengê şevê ez anîm li ber deriyê mala min danîm…

Ev adeta me ya şevbêrkê gelkî xweş û bi feyde ye, ne ev sohbetên wiha bin bi Xwedê emê di hunduran da genî bibin...

Bi xêra van şevbêrkan salê çend caran, em çend heval tên ba hev û şevbêrkên xweş derbas dikin.

Roj, hefte, meh, sal, her saet û saniye zû derbas dibin, dibin mazî. 

Carnan di şevbêrkên wiha da qala maziyê kirin hewce ye, kêf û zewqekê dide ruhê meriv. Ruh, dibê carnan maziyê teze bike. 

Lê bi taybetî jî ruhê me kurdan motajî sohbetên wiha ye, nabe ruh hertim biponije û tim xemgîn be, bibe kela derd û kulan.

Di hewşa Qudbedîn da dareke giryazê(gilyazê, qeresiyê)hebû, dar ji giryazan wek sêvan xemilî bû.
 
Gava min dît û min destûra topkirinê ji mazûbanê xwe girt, ez bûm wek erebê çav li penêrê ter keve, min dar rûçikand, min tam 1 kîlo û 40 gram (min li mal wezinî) giryaz jê kir û anî ji xanima xwe ra. 


Mazûbanê min gava çav li kîsikê giryazan ket, poşman bû destûr daye min, lê êdî dereng bû, piçekî gazin kir, lê axirê ji min nestend û di ser da hinek qedaîfê çêkiribû jî xist kîsik, got viya jî bibe ji xanima xwe ra.

Şevbêrkên wiha ez pir jê hez dikim, meriv him têr dixwe û vedixwe û him jî destvala venagere mal…

Gelek spas ji bo mîvanperweriya ji dil û wan xwarinên xweş û spas ji bo hemû hevalên hatibûn.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE