06 juli 2019

Tirsa torimê



Karwan çend roj bûn bi rê da bû. Torimê(deva biçûk) ji dêya xwe arwanê(deva mê) ra got:

-Dayê çongên min dilerizin. Ez li pêş me talûkeyekê his dikim. Ka em vegerin...

Arwanê bala xwe da torima xwe, lê jê ra tiştek negot û rêya xwe domand. 

Hinekî din çûn, torimê tirsa xwe dubare kir, dîsa got:


-Dayê, ez talûkeyekê his dikim, ka em vegerin…

Li ser vê, arwanê ji torima xwe ra got:

-Delala min, talûkeya tu nuha his dikî, nuha bi te eyan e, berî em bi rêkevin min jî his kiribû. Lê min û te ev tahlûke his kiriye, his nekiriye zêde ne muhîm e. Ya muhîm dibê selwanê me, xwediyê me vê talûkê his bike. Ya na emê jî bi wan ra helak bibin. Bi hiskirina min û te karwan venagere…
Em kurd jî di eynî rewşê da ne, hinek talûkeya li pêş me dibînin, lê rêberên me nabînin.

Gelek ronakbîrên kurd û kesên xwedî tecrûbe her roj balê dikşînin ser xeterî û tahlûkeya bêtifaqiya hêzin kurd yên li herçar perçên Kurdistanê. Her roj dibêjin yekîtî, yekîtî... 

Lê bi taybetî jî dubendî û bêtifaqiya li Kurdistana başûr û rojava metirsiyeke pir mezin e. Ji me ra li van herdu beşên Kurdistanê fersendeke tarîxî peyda bûye, lê hêzên kurd wek lazim e, wek tê xwestin ne li ser hev in, yekîtiyeke wan ya tekûz û saxlem tuneye.

Ev yek jî him hêza wan û giraniya wan kêm dike û him jî ji bo dost mitefikên wan dibe gelş, dibe sebebê nebaweriyê…


XXX

Yê ji bo menfaetê xiyanetê bi gelê xwe ra bike û bibe hevalê dagirkerê welatê xwe, rojekê ewê xiyanetê bi wan ra jî bike. Yê carê xayintiyê bike bi carê nasekine, kane gelek carên din jî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE