14 maj 2019

Me îro li hewşê manqela xwe danî û agirê xwe dada...



Do êvarî xanimê hêdîka ji min ra got, “ma tu zanî sibe rojbûna Serhat e!”

Wek her sal, îsal jî min ji bîr kiribû. Min got bi Xwedê te negota min nizanîbû.

Li ser pêşniyara wê, me li ser goştbiraştinê (izxarayê) li hev kir. 


Îro piştî nîvro me çû ji qesabê Fîttjayê hinek pîrzole(kotlet), goştê kebabê, peqlawe û tişt miştên din anî û dû ra jî fîncanek qahwa xwe vexwar û di pê ra jî min manqela xwe li hewşê danî. 

Ji nişka ve got, “te dît, me pasta ji bîr kir ! Bê paste(torta) nabe...” 

Ez sere we neêşînim rabû lêxist çû ji lawê xwe ra choklad pastayek Belçîkî jî anî.

Êdî wexta kar hatibû.  Min zend û bendên xwe vemaltin, agirê xwe dada û ji efendimê xwe ra bibêjim û izgareyeke pir xweş, meriv tiliya xwe pê ra bixwe ji wan ra çê kir.

Qesab yekî dure, yanî nîv kurd, nîv tirk bû, xwarziyê me bû, pîrzolayek terbîyekirî, pir baş dabû me.

Axir me him rojbûna Serhat (31 saliya wî) pîroz kir û him jî xêra wî îsal izxara ewilî xwar.

Erê goşt jî û kebab jî baş bû, lê belê marîfet û hostetiya min her tişt bi lezettir kiribû. 

Tabî wek hûn zanin ji biraştinê (izxarayê) ra hostayî lazim e, dibê goşt ne xav be û ne jî zuha bibe. 

Bi kurtî goştbirtaştin ne karê her kesî ye, jê ra zanîn û hostayî lazim e. Min îro ev yek nîşanî xanimê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE