Meriv kurd be, serokê partiyeke kurd be û bi farisî, erebî
ya jî bi tirkî xîtabî gelê xwe bike şerm û hetîketiyeke mezin e, meriv siyasetê
neke gelkî baştir e.
Qenekê meriv gelê xwe asîmîle nake, nahewisîne zimanên bûne gef û metirsiyên hebûna min û zimanê min.
Kurd dibê êdî serok û siyasetmedarên bi wan ra bi tirkî, erebî û farisî dipeyivin qebûl nekin, wan ji xwe dûr xin....
Fikrê meriv çi dibe bira bibe, dixwaze dîndar be ya jî çep
be, heger piçekî kurdperwerî bi meriv ra hebe, heger meriv ne bêûjdan û ne
ruhkole û evîndarê dagirkerê welatê xwe û zulimkarê xwe be meriv raya xwe nade
partiyên tirk yên faşîst û neyarên qewmê me ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar