Ev çend sal in Mêrdîn bûye merkezeke kulturî, kela kurdperweriyê, mêrdînî bûne pêşengên ziman û edebiyata kurdî.
Pirtûkakurdî gotiye îsal ji bajaran herî zêde ji Mêrdînê, Nisêbînê, Silopîyê û Cizîrê û ji welatan jî herî zêde ji Elmanyayê sparîş girtine.
Ev jî nîşan dide çima ji Mêrdînê û ji qezayên wê gelek nivîskar û kurdîzan
derdivekin. Camêran dixwînin û dû ra jî dinivîsin.
Meriv tiştekî neçîne nikane biçine.
Camêran çandinîya xwe dikin, dû ra jî mehsûlên/berhemên xwe top dikin.
Tu çi têxî kewarê ewê were xwarê.
Ez Ruhayê û Wêranşarê meraq dikim. Xwezî Pirtukakurdî bigota Ruha û Wêranşar di rêza çendan da ne…
Ali Kut ma îsal tenê, me berê jî digot kesî îmana xwe
bi me ne dihanî, a te dît! Va Şam va mişar! ji xwe ku em Amûdê û Qamişlo jî li
ser Mêrdînê bihesibînin, ev rêjê ê bilindtir bibe. Seheta te xweş Xamo, ez
kengî bêm teqdîrnama xwe bigrim?
Zinarê Xamo Deriyê min her tim ji te ra vekirî ye.
XXX
Reşê dê û bavê spî nabe bi sabûn û avê. Tirk dijminê serê me
ne, em çi bikin jî dev ji vî xisletî û dijminatiya xwe bernadin. Yên Îraq, Îran
û çeteyên îslamî berra bedena me dan ew in, ew in yên nahêlin kurd li tu derê
bîna xwe bigrin. Ew dijminê herî xedar in, rastî ev e.
XXX
Dibêjin nîşana baranê ba ye, nîşana mirinê ta ye, le li gor
we nîşana yekîtiya kurdan gelo çi ye?
Dibê hîn çi felaket were serê kurdan ji bo ku biaqil bibin?
Dibê hîn çi felaket were serê kurdan ji bo ku biaqil bibin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar