18 december 2018

Dev ji gazinan berdin bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin !


Di medyaya sosyal da carnan hin kes qala mirina zimanê kurdî dikin, dibêjin zimanê me li ber çavê me dimre û xemgînî û dilşewatiya xwe tînin zimên. 

Herçî mirin e êdî zarok jî zanin zimanê me ketiye ber sikratê û heta ku em ev milet bin em nikanin zimanê xwe ji mirinê xelas bikin. 

Qîrîn, hawar, girî  û porê xwe rûçikandin kurdî ji mirinê xelas nake. 


Lê em kanin tiştekî bikin, tiştekî ku ji me tê û her kurd kane bike heye. Ew jî axaftin û nivîsîna  bi kurdî ye. Dibê zimanê dayikê, zimanê malê kurdî be.

Kesên di medyaya sosyal da xwe kelogirî dikin û dibêjin haho zimanê me dimre, dibê ew bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, kurdî di her warê jiyanê da bikin zimanê yekem. Tiştê rast ûbi kêr ev e, ne gazin  û girî ye.

Tiştê ji me tê tenê ev e, dibê em bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyivin û bi kurdî binivîsin. 

Nebin nivîskar û şairê tirkî, bibin yê kurdî.

Meriv him meqala bi tirkî binivîse û him jî bibêje haho zarokên me bi kurdî nizanin nabe.

Yê kurdî neke zimanê xwe yê malê û nivîskariyê mafê wî tuneye ji asîmîlasyonê gazinan jî bike.
Meriv ji tiştekî gazin kir dibê berî her kesî ew bi xwe wî karî neke. 

Yanî kesên ji asîmîlasyona zarokên kurd gazanin dikin dibê bi zarokên xwe ra bi tirkî nepeyivin, zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. 

Yên zarokan asîmîle dikin dê û bav in, dema dê û bav bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin zarok asîmîle nabin. 

Meriv him bi zarokên xwe ra bi tirkî bipeyive û him jî ji asîmîlebûna zarokan gazinan bike li hev nake. Di vir da bêguman her kes mesûlê şexsê xwe ye. Her kes dibê ji xwe dest pê bike û dû ra ji xelkê bixwaze.   

Îro li hemberî asîmîlasyonê tiştê ji destê me tê ev e, yanî axaftina bi kurdî ye, mezinkirina zarokên xwe bi kurdî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE