Min nuha li îstatîstîkên ”hindik-rindik” nêrî, jimar 500227 e. Yanî min jimara, rêjeya 500 hezar
tikandinî li pey xwe hîştiye. Di meha nîsana îsal da serdan 400 hezar hebû. Di 7
mehan da 100 hezar tikandin, serdan çê bûye. Ji bo blogerekî kurmanc ev reqemeke mezin e.
Ev 11 sal in nexweşî û demên rêwîtiyê ne tê da, min bi rengekî bênabên û bi îstîkrar her roj nivîsek, du nivîs û carnan jî sê, çar nivîs di hindik-rindik da belav kiriye.
Di van 11 salan da min li ser hev 5404 nivîs di hindik-rindik da weşandiye. Ev jî reqemeke pir mezin e.
11 sal dikin 4015 roj, lê min 5404 nivîs belav kirine. Yanî min bi dûzan di 11 salan da her roj nivîsek nivîsî ye û hezar nivîs jî zêde nivîsîne. Ez bawer nakim tu blogerê kurd bi îstîkrareke hewqas demdirêj nîşan dabe û hewqas û di 11 salan da hewqas nivîs nivîsî bin.
Çi kar dibe bira bibe, her karê ez dikim pir cidî digrim û
dixwazim bi rengekî herî xweşik, herî mikemel bikim.
Ya din ez gelkî qîmetê didim xwendevanên xwe, ez naxwazim xwendevan nizanibe min îro tiştik nivîsîye ya na.
Min di bloga xwe da baweriyeke wer daye xwendevanên xwe ez bloga xwe her roj bi kêmanî carekê nuh(update)dikim, yanî her roj bi kêmanî nivîsekê û carnan jî du sê nivîsan diweşînim.
Gava min rojekê
hindik-rindik nuh nekir maneya xwe ya ez nexweş im ya jî ne li mal im. Yanî
xwendevan zane roja Zinarê Xamo nenivîse ya nexweş e, ya jî ne li mal e. Yanî
nikane binivîse.
Dibê bloger xwedî sebat û îstîkrareke weşanê be. Dibê xwendevan bizanibe blog kînga tê nuhkirin. Blogerê di weşana xwe da bêîstîqrar ne mimkûn e bi ser keve û mezin bibe.
Ez bi çavê aşxaneyekê, qahwexaneyekê li bloga xwe dinêrim,
naxwazim rojekê bigrim û rojekê vekim. Gava di vekirina aşxaneyekê,
qahwexaneyekê da îstîkrar tunebe, rojekê vekirî, rojekê girtî be mişterîyên wê
yê daimî çê nabin û kes zêde naçê. Ji bo meriv bibe ”marqe” û xelk baweriyê bi
meriv bîne û her roj rêya xwe bi bloga meriv xe berdewamî û îstîkrara weşanê
şert e. Heta ji min tê ez dixwazim vê îstîkrara weşanê nîşan bidim û
baweriya xwendevanan neşkînim.
Ya din ez nivîsandinê, blogeriyê li hemberî hêzên dagirker û hevalbendên wan wek micadeleyeke siyasî û wek berpirsiyareke netewî û exlaqî dibînim. Li surgûnê îmkana min ya nivîsandinê heye û ez jî wê dikim. Tiştê ji destê min tê û îro ez kanim bikim ev e.
Bi baweriya min her kurd çi ji dest tê dibê ji bo azadiya gelê xwe bike. Hinek siyasetê dikin, hinek şer dikin, hinek sinetkar in û hinek jî kanin binivîsin. Yanî gava meriv bixwaze, gava qelpiyê û zexeliyê neke, her kes kane ji bo gelê xwe tiştekî bike.
Ez ji xwendevanên xwe razî me û spasî wan dikim. Gazineke min ya biçûk heye, min çend caran jî dubare kiriye; ew jî şirove ye, xwendevan şirove nakin. Ev yek jî ne mexsûsî bloga min e, gelşeke kurdan ya giştî ye, kurd zû bi zû nivîsên kurdî şirove nakin. Sebebê vê yekê çi ne ez baş nizanim, lê rewş ev e. Xwezî ne wiha bûya, xwezî bi qasî xwendevanan şirove jî bihatana kirin.
Ez kanim bibêjim di nava blogerên kurmanc da bloga herî bêtir tê taqîbkirin hindik-rindik e. Her roj çend sed û hin rojan jî bi hezaran kes riya xwe bi hindik-rindik dixînin, ditikînin. Ev yek jî di netîceya xebata salan da û bi xêra berdewamiyê çê bûye. Û heta ez sax bim û bikanibim binivîsim ezê vê îstîkrara hindik-rindik xera nekim, ezê tim hewil bidim layiqî baweriya xwendevanên xwe bimînim.
Spas ji bo hemû xwendevanên hindik-rindik, eleqeya we hêz û şewqa nivîsandinê û moral dide min.
TIKANDIN: 500227
Apê Zinar ez gelek kêfxweş im bi vê jimara tikandinê, ev jimar li me hemûyan pîroz be. Li ser navê xwe bêjim, çiqas di warê şiroveyan de zexeliyan bikim jî ev îstikrara te pêşiya min ronî dike û îlhamê dide min. Her çiqas dizanim ez ê jî bi qasî te her roj bloga xwe update nekim jî heta ji min tê bi kêf û îstiqrar bloga xwe dewam dikim. Piştî demekê min fam kir blog meriv bêsebir dike û meriv dixwaze her binivîse û dilê meriv ne rihet e gava ji bo kovar yan weşaneke demkî binivîse û li benda nivîsa xwe bimîne. Berî her tiştî ez kêfxweş dibim bi nivîsandinê û helbet xwendevan jî tam û lezetekê ji blogè bigirin ev kêfxweşî ye. Tu di rexneyên xwe de bi heq î, hêvîdar im ev rewş biguhere. Gelek silav û hurmet.
SvaraRaderaGelek spas ji bo vê şiroveya te ya hêja Înan. Ez ne li hêviya vê şiroveyê jî bûm. Çimkî ez zanim kurd ya jî xwendevan blogan şirove nakin. Lema jî ez bawer dikim şiroveya te ewê tekane şirove be, bêyî te kesê li ser 11 salên hindik-rindik tiştekî nebêje.
RaderaLê ez xwe aciz nakim û ev yek tesîrê li nivîsandina min jî nake. Tu carî yek kes şirove neke jî ezê binivîsim. Çimkî ez ji vî karî hez dikim û ez vî karî rast dibînim.
Mala te ava ji bo van gotinên te yên dostane…
li ser xêre be mamoste.
SvaraRaderadema ku min bloga te naskiriye vir de, bi qasî dikarim hewl didim ku bixwînim.
ji ber ku nivîs kurt û tije ne, bi kêfxweşî dixwînim.
li aliyekî din jî, îlhamekê jê werdigirim, ji bo ku nêta min jî heye ku tiştekî wisa çêbikim.
temenê te dirêj, qeweta te li cih be.
Mala te ava xortê delal. Spas ji bo şopandina te.
RaderaQet nesekine û ji xwe ra blogekê veke. Tu pir dereng maye. Lê bi kurdî binivîse, bi tirkî nenivîse. Hewcedariya kurdan bi blogerên kurd heye.
Herêma Semsûrê pir muhîm e. Ez ji devoka, ji kurdiya semsûriyan pir hez dikim.
Gotine difire, nivîs dimîne. Binivîse û hin tiştan biquliqîne, hin tiştan jibîrbûnê û ji mirinê xelas bike.