Wehbî Aydin, bi navê wî yê Swêd ”Kemalê Parîsê” ev çend roj
in ji Parîsê hatiye Stockholmê. Me berê soz da ez, ew û Lewendî, emê li bajêr
hev bibînin, dû ra plan guhertin, gotin wer em li mala Nîmet Aydin cimatê
bigerînin û şêwrê germ bikin.
Heta nîv saetê ezê rabim herim mala Nîmet Aydin û Leyla
xanimê, li wir emê bîstekê qala roj û salên borî bikin.
Sohbeta bi hevalên zaroktiyê û xortaniyê xweş e, meriv rojên borî bi hev ra yad dike, bi gotinê be jî meriv ji nuh ve rojên borî dijî, wan bûyer û rojan xeyal dike. Ew jî hestekî xweş e.
Ez bi xwe ji sohbet û şêwrên wiha hez dikim.
Berê em ji Wêranşarê, ji Swêhregê, ji Farqînê, ji Bismil, ji Dêrikê, ji Qezê, ji Cizîrê û ji Şirnexê diçûn û dibûn mîvanên hev. Med û mesafa me pir kin bû.
Lê nuha yek ji Parîsê, yek Londonê, yek Berlînê tê û li Stockolma xopan digihîjin hev. Em ji welêt dûr ketine lê me dinya biçûk kiriye.
Carnan hesret xweş e, meriv bi hev şîrîn dike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar