Wer xuya dike havîna me poşman bû û şûn da(paş da) vegeriya.
Îro Stockholm li dora 22-23 derece germ bû û rojek pir xweş hebû. Berî nîvro wek rojeke buharê ya pir bi tîn bû.
Xanim wek gelekê caran dîsa keraşo bû û kincên xwe radixist. Kêf kêfa wê bû, digot çi baş, çi baş, kincên min ewê zuha bibin...
Min jî li hewşê kursiya xwe vegirt û bîstekê xwe da ber tavê. Tîrêjên rojê bedena min ya kal sincirand û ez di xew ra çûm. Di vê nabênê da min xewnek xwe jî dît.
Lê xewna xwe ji we ra nabêjim. Xewneke şexsî bû…
Min zanîbû îro hewa ewê pir xweş be. Lema jî min û xanimê do êvarî li hev kiribû, ezê îro wê bibim li dîyarekî pir xweş bigerînim; ciyekî ne min dîtiye û ne jî wê, pastexaneyeke 151 sal kevn (Konditori Lyran), cî û meskenekî pir populer.
Wê rojê min ji xanima hevalekî pesnê wê derê bihîst. Dû ra min li Googlê nêrî, min dît bavo, dereke pir xweş e û him jî gelekî nêzikî me ye. Lê heta nuha me nedîtiye.
Kondîtorîya Lyran(Pastexana Lîran), di sala 1867a da li rex golekê(Mälaren), li ser zinarekî bilind ava kirine.
Çarhawêlê wê av, daristan û wîla ne.
Herêm, herêmeke zengîna ye, wîlayên li wê herêmê(Mälarhöjden) gelkî buha ne.
”Mälaren”, erê bi nav gol e, lê wek bahreke hundur e, ji alî mezinahiyê gola Swêd ya sêyem e.
Ji ber ku him herêm pir xweş bû û him jî me nedîtibû, piştî me qahwa xwe vexwar û bîstekê sohbet kir û du sê rismên xwe jî girtin, min got xanim, ka were em bîstekê bi destopelkê ji xwe ra li vê herêma wek bihuşteke rastîn, di nava van wîlayên meriv dibêje ev û ne ya din da bigerin.
Xanimê îtîraz nekir û bêyî ku em bizanibin em bi ku da diherin û serê me ewê li ku derê, em ketin rê; em meşiyan û meşiyan û me bi dilbijokiyeke kûr bala xwe da bexçe û wîlayên ji hev xwşiktir û me ji hev ra mîmariyan wan şirove kir.
Min got xwezî ev ya me bûya, wê got na weleh, eva hember xweşiktir e, hewş mezintir û bexşê wê jî pir xweş e, darên fêkî tê da pir in, xwezî ev mala me bûya…
Kêfa min ji tiştê xweşik rat ê. Ji bo ku dilê meriv nebije wan wîlayên xweşik û wê herêma wek bihuşteke ser ruyê erdê dibê meriv bêhiş be.
Lê di vê nabênê da dîsa bindestî û bêwelatîbûna min hat bîra min, min ji xwe ra got ev wîla ya te be tu yê çi bikî, piştî ku welatê te tunebe û tu mahcirekî bêwelat bî ?
Em du saetan geriyan, çavên me du saetan herêmeke xweş, xaniyên ji hev xweşiktir û mîmariyeke pir taybet dît. Piştî çar saetan dema em gihîştin malika xwe, em herdu jî ji hal da ketibûn.
Û îro jî wiha derbas bû…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar