Ax wax nigê
min, janê daye dilê min, ji derdê kêmaqiliya min…
Ji ber serhişkî û kêmaqiliya serok û rêberên xwe emê hîn pir bikşînin, emê hîn pir bibêjin ax û wax…
Hemû serok û siyasetmedarên me zanin tu dewleteke dagirker ne xêrxwaz û dostê tu serokî û tu partiyê ye.
Tirkiye bi qasî neyarê PKKê û PYDê ye, hewqasî jî neyarê PDKê, YNKê, Goranê û partiyên kurd yên din e. Ji bo Tirkiyê, Sûriyê, Îraqê û Îranê hemû partî û serokên kurdan neyarên dibê werin îmhakirin.
Armanca her çar dewletên dagirker jî li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin, heta nebin xwedî maf û desthilateke herî biçûk.
Armanca û hedefa her çar dewletên dagirker jî Kurdistana Federe ji ortê rakin û kurdên başûr jî têxin hale kurdên Kurdistana Bakur û Rojhilat.
Di vî warî da di nabêna wan da carnan hin fikrên cuda çê bibin jî, lê di netîceyê da li hev dikin. Hin taktîk û metodên nayê bîra yekî, yê din tine bîra wî û bi hev ra dixin praktîkê.
Her kurd, her serok, her siyasetmedarê kurd van rastiyên min li jor rêz kirin wek navê xwe zanin.
Zanin dijmin ne dostê kurd xayin û bênamûs e jî, rojekê ewê
dora wan jî were.
Lê dîsa jî destê biratiyê dirêjî hev nakin û nabin yek.
Ev korfahmî û kêmaqlî ye.
Hûnê bibêjin heger yekîtiya xwe çê kin ma ewê kanibin zora dijmin bibin?
Belkî dîsa jî nikanibin zora dijmin bibin. Lê qet nebe tiştê ji destê wan hatiye kirine. Kesê nikanibe bibêje weleh tiştê ji wan dihat nekirin.
Lema jî dibê meriv tiştê dikeve ser mile xwe bike, yê din ne girêdayî me ye. Lê kurd tiştê dikeve ser mile wan nakin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar