Baş nizanim sebeb çi ye, lê ev demeke tempoya min ya nivîsandinê ketiye, ez wek berê li nivîsandinê sor nabim û pir kêm dinivîsim.
Ez ne nexweş im û ji taqet û hêz da jî neketime. Ez hîn li ser xwe me, lê belê di dilê min da daxwaza nivîsînî bi hawakî hinekî sistomisto bûye. Serê min jî vik û vala ye...
Ev yek min him nerehet dike û him jî ditirsîne…
Cergî Kûpaya Dunyayê dest pê kiriye û hilbijartinên Tirkiyê
nêz dibin ez nikanim xwe baş konsetreyî nivîsînê bikim.
Wek hûn jî zanim ez ji futbolê hez dikim û li maçan temaşe dikim. Evy ek jî him wexta min digre û him jî bala min belav dike.
Hilbijartinên Tirkiyê, bêtifaqiya kurdan û êrîşên tirkan jî pir hindik tesîreke negatîf li min dike.
Lawikê me yê mezin Azad jî ev hefteyeke li vir e, ez bi wî ra jî sohbet dikim. Kane tesîra wê jî hebe.
Bi kurtî ev hefteyeke tempo û sureta min a nivîsînê ji sedî daketiye 40î. Bi vîtêza yekê dajom, carnan davêjim vîtêza duduyan, lê ew jî erebe diheje, paş da û pêş da dihere û tê...
Û wiya jî wek berê ne bi eşq û zewqke mezin, ji bo ku Fba min û bloga min nuh , ”update” bibe dinivîsim.
Hêvî dikim ev ne nexweşiyeke daimî be, zû derbas be.
Lê tiştê ecêb ketina vê tempoya min ra, bi vê sistiya min ra xwendin û tikandina bloga min jî pir kêm bûye.
Gelo ev jî ji ber hilbijartinên Tirkiyê û Kûpaya Dinyayê ye, însan bi tiştên din meşxûl in lema rêya xwe bi bloga min naxin, ya jî sebebekî din heye?
Sebebê vê kêmbûnê çi ye ez nizanim, lê xwendevanên hindik-rindik ji sedî 50-60 kêm bûne.
Dibe ku havîn e, milet derketiye seyahetê, ger û seyranê, naxwazin di tahtêlê da jî bixwînin.
Dibe ku dev ji xwendina bloga berdane, roman, çîrok û şiîran dixwînin. Bi rastî jî di tahtîlê da xwendina şiîr û romanan xweş e.
Ez hêvî dikm ev kêmbûn ne daimî û demî ye, di rojên pêş da ewê dîsa zêde bibe.
Helbet ji xwe ber mişteriyê dikane meriv zêde nabe, dibê dikan tije be û bersîvê bide hewcedariyên gelek kesan.
Azad sibe dihere malika xwe.
Hilbijartin jî 5 roj man.
Lê Kupa Dinyayê heta 15ê temûzê ye, hîn pir heye. Dibê ez xwe kontrol bikim.
Di Kûpa dinyayê da tunebûna Kurdistanê wek kurdekî min dide fikirandin, min xemgîn dike.
Tim dibêjim çima Kurdistan tuneye?
Miletê bindest ne xwediyê tiştekî ye. Heta em nebin xwedî dewlet emê tu carî li maça Kurdistanê temaşe nekin, ev hesret ewê di dilê me da bimîne.
Lê di kûpaya îsal da tiştê henikî bîna min fireh dike tunebûna Tirkiyê ye. Ne em tenê, ew jî tunene, ew jî tiştek e. Qenekê em bi dîtina dîmenên wan yên faşîzane kezebreşî nabin...

Xwe aciz neke, Ezbenî. Di nezera min de faktora havînê tesîra xwe li ser vê bûyerê heye. Însan havînî dûr û dirêj nikarin bala xwe bidin tiştan.
SvaraRaderaWekî din, Qûpaya Cîhanê me qebûl e, lê a din meseleya hilbijartina partîyên dagirkeran û dûvikên wan ên fedîyok lazim hîç ne di bal û xema kurdan de be, ew ber bi pêşeroja xwe ve biçin, guh nedin Kemalîstên nûjen yên qaşo îslamî, çep an kurd.
Qewet be, hêzeke mezin bila bi me ra be.
Spas birayê ezaîz. Halanên wiha moral û hêzê dide min. Ez dibînim hindik be jî xwendevanên hindik-rindik hene.
RaderaBimîne di nava kêf û xweşiyê da