Facebookê îro çend rismên min 8 sal berê piştî çûna welêt belav kiribûn nîşanî min da, got te 8 sal berê ev risim belav kiribûn.
Min bala xwe da risman û dîsa ketim nava xem û xeyalê wan rojan.
Ev rismê 8 sal berê li Diyarbekrê li mala dêya min hatiye girtin ji bo min gelkî manîdar û tarîxî ye.
Piştî 30 sal sirgûniya ji ber dewleta tirk ya
dagirker ez vegeriyame û li Diyarbekrê bi malbata xwe ra me.
Gelkî kêfxweş û bextewar im, ji bo dîtina rojeke wiha min tam 30 sal li surgûniyê derbas kiriye, tam 30 salî ji bo dîtina rojeka wiha min paye, tam 30 salî bi xewn û xeyalên girtina vî rismî jiya me.
Û dû ra rojek hatiye 30 derbas bûne, 60 salî û wek kalekî piştxûz û rîspî, piştî destûra tirkan vegeriya me welatê xwe, nava meriv û hezkiriyên xwe.
Baş tê bîra min, kesên dihatin dîtina min hinekan digot ew xwarziyên min, biraziyên min , ew zarokên ap û xalên min û neviyên wan in. Lê min kes nas nedikir.
Dema ez li welêt bûm ew tunebûn, lê nuha bûbûn xwedî zarok û hatibûn dîtina min, destê min maç dikirin…
Çi ecêbeke giran bû ya Rebî, ji nişka ve bi sedan kesên min qet nedîtibûn bûbûn xwarzê û biraziyên min, merivên min.
Ji min hez dikirin, bi min ra risim digirtin. Zarok dihatin himêza min, li dora min rûdiniştin.
Lê bi qasî wan jî miribûn. Min li kê dipirsî digotin miriye û yên sax mabûn jî bi piranî koçî warên din kiribn.
Ez bi rojan li kuçe û kolanên Wêranşara ez lê mezin bûbûm wek xerîbekî, wek turîstekî ewrûpî geriyam, ne kesî ez nas kirim û ne jî min kes nas kir.
Bajarê min, Wêranşara 29 salên jiyana min lê derbas bûbû û min her dera wê qulik bi qulik nas dikir, nuha bûbûm xerîbê wê û min rêya mala xwe dernedixist.
Bajarê min pir jê hez dikir û bi salan diket xewna min, nuha malek min jî lê tunebû, ez wek xerîbekî bêmal û hustuxwar lê digeriyam û wek turîstekî li otêlan radiketim.
Çiqasî ne xweş bû, ew çi êş bû ya Rebî !
Çawa meriv li bajarê xwe bêmal be?
Lê ji ber ku gihîştibûm welatê xwe dîsa jî gelkî kêfxweş û bextewar bûm, wek seyahekî meraqdar bajar bi bajar lê digeriyam, min Kurdistana xwe himêz dikir, bîn dikir, toz û dûmana wê wek enfiyê dikşand hinavê xwe, kela dilê min rabûbû, min bi dîtina wê, bi toz û gemara wê, bi dîtina merivên wê yên baş û xerab aş dikir…
Dilê xwe rehet dikir.
Min jê ra digot fermo Kurdistana te ji bo wê xwe kezebreşî kir bibîne, lê bigere û hemû hesretên salan ji hundurê xwe derîne…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar