25 mars 2018

Îro jî wiha ji umrê me çû



Ez û xanim îro saet di 13.00 da ji mal derketin, em ji ger û seyrana xwe nuh vegiryan malê.

Îro saet di 14.00 da meşa Efrînê hebû. Em saet di 13.00 da ji mal derketin, me got emê rehet bigihîjin ciyê meşê.

Em bi rê da hineqî veawiqîn. Gava em gihîştin wir, me dît xelk belav dibe. Ez matmayî mam, min got ev çi mesle ye?

Gotin weleh tu pir dereng ma...

Piştî çend gotinan derket ortê îro saet hatibû guhertin, saeteke pêş da girtibûn, saeta havînê dest pê kiribû, lê haya me jê tunebû. Lema jî em saetekê dereng mabûn.

Ez him pir xemgîn bûm û him jî pir li ber xwe ketim. Lê hasil çûbû mûsil, tiştekî min bikira tunebû.

Û ya din jî kes nehatibû meşê, tenê çend kes hatibûn. Belkî di tarîxa kurdên Swêd da ev meşa pêşî bû hewqas kêm kes beşdar dibûn. Lema meş piştî nîv saetê belav bûbû.

Wek min got, em negihîştibûn ser meşê.

Lê hey em çûbûn bajêr, me biryara da em bîstekê ji xwe ra bigerin.

Em li dora 2 saetan geriyan û dû ra me çû li ciyekî qodemanan, mekanê giregirên swêdiyan qahwe vexwar. Ne bi dilê xanimê bû, lê in israr kir, min jahr di pera keve, ka îro em herin li ciyekî xweiçik rûnin. Û me wer kir. Hêja bû.

Dû ra em rabûn li nava Stockholmê hinekî din jî geriyan, heta zikê me ji birçîna kir qurequr. 

Dû ra em çûn aşxaneya dostekî me pîzza xwar. Ji zû da bû min pîzza nexwaribû, dilê min dibijiya pîzzayê. 

Orta xanimê û pîzzayê tuneye, ji bo xatirê min hat. Lê pîzza xwe ya masiyê ton(masiyê somin) ya bi qasî nanekî tîrê mezin giş qedand. 

Piştî qedand, got weleh ev pîzza pir xweş bû, wek nanê goşt e, ez jî kanin li mal çê kim. Me biryar da emê çêkin.

Piştî 7 saet ger em nuh gihîştin malika xwe. Lê em ji hal da ketine. Feqet meriv neweste meriv nikane derekê bibîne…


2 kommentarer:

  1. Maşele ji dana Xwedayî re!

    SvaraRadera
  2. Zêde nebîne, bira Xwedê hewqasî jî bide me, ne bi qasî yê xelkê be lê heqê me jî heye....:))

    SvaraRadera

PARVE BIKE