Heta nuha min tu carî tiştekî wiha nenivîsîye, nêzî 9 salan e di facê da me ev
cara pêşî ye ez tiştekî wiha dinivîsim, silaveke sibê didim we xoşewîstan.
Derdê me hemû kurdan pir e, dilê me gişan tije hesret, kul û keser e. Wek ferdên miletekî bindest xewn û xeyala me azadî û dîtina Kurdistaneke serbixwe ye. Lê ji şansê me re em xerab ketine û dijminên me jî pir in û hemû jî har û hov in.
Wek milet em di bin zulmeke nedîtî da ne. Serê salan e ji bo em ji bin zulmê û bindestiyê derkevin em dixebitin, micadeleyeke pêhempa didin, canê xwe feda dikin. Heta nuha me bi sedhezaran, bi milyona şehîd dane. Lê xayinên me jî pir in, her cara em nêzî azadî û serxwebûnê dibin hin kesên xwefiroş û xayin bi gel û welatê xwe ra xayintiyê dikin û me ji neyarên me ra davêjin erdê.
Van xayinan cara dawî di 16ê cotmehê da li Başûrê Kurdistanê bi gel û welatê xwe ra xiyanet kirin û Kerkûk dan dijminên me, gelê xwe ji piştê da kêr kirin. Ev birîn hîn rehet nebûye û kurd hîn nehatine ser hişê xwe. Lema jî rewşa li Başûrê Kurdistanê pir û pir aloz û nediyar e. Yekîtîyeke netewî tuneye, serokatî tuneye, kurd bûne wek kerîyek pezê bêşivan û bêxwedî.
Ev rewş ewê heta kînga dom bike ez nizanim. Lê hêvî dikim mûcîzeyek cê bibe û kurd ji vê badîreyê bi silametî, bi zirareke kêm xelas bibin.
Gava min dest bi vê nivîsê kir nêta min ew bû ez tiştekî xweş, henekekê, pêkenînekê binivîsim. Lê min hew dît min dîsa qala êş û azarên bindestiyê û bêbextiya xayinan kiriye.
Ji ber min vêê dîsa hûn xemgîn kirin min efû bikin, bawer bikin nêta min ne ev nivîs bû , lê bêhemdî wiha bû, dilê min zora hişê min bir û hîşt ji dêlî henekekê, ez rastiya heyî bibêjim…

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar