04 januari 2018

Miletê ji neyarê xwe hez dike û dixwaze neyarê wî hinekî din xurt bibe...

Ez bawer nakim li dinyayê tu milet bi qasî kurdan di warê siyasî, fikrî û îdeolojîk da asîmîle bûbe û xwe wenda kiribe, ji kok û qewmîyeta xwe dûr ketibe. Ilim jî kurdên Bakurê Kurdistanê, yanî kurdên Kurdistana Tirkiyê.

Ez asîmîlasyona di warê zimên da didim aliyekî. Çimkî di vî warî da ji xwe dewleta tirk ji sedî 90 bi ser ketiye.

Wê rojê min di vîdeoyekê da dît, zarokên gundên Wêranşarê jî bi tirkî dipeyivin. Helbet bavê wan jî.
Yanî mesele zimên dewletê hel kiriye.

Li dinyayê ferdên tu miletekî bindest, welatê wan hatibe îşxalkirin xêr û başiya dijminê xwe, xurtbûna dewleta ew di bin destada ne, dewleta welatê wan dagir kiriye naxwaze.

Lê kurd eynî wek tirkan dixwazin Tirkiye li dinyayê bibe hêzeke super, bi qasî Amerîkayê xurt bibe.
Çima wiha difikirn?

Çimkî asîmîlasyonê şiûr û zanîna kurdayetiyê pê ra nehîştiye, di warê îdeolojîk û siyasî da kudbûn ji serê wan û dilê wan derxistiye û ew kirine tirk. Lema jî kurdên Bakurê Kurdistanê, qismekî pir hindik ne tê da, di warê siyasî û îdeolojîk da wek tirkekî nasyonalîst difikirin. Çimkî Tirkiyê wek welatekî dijmin û dagirker nabînin.

Dînekî filistînî û ereb jî xêra Îsraîl û yahûdîyan naxwaze, naxwaze Îsraîl bibe dewleteke super. Lê kurdên Bakurê Kurdistanê dixwazin Tirkiye bibe welatekeî herî xurt û pêşketî û ew jî di nava tirkan da bihelin û bibin tirk.

Di quriş dikeve bêrîka kîjan kurdî diçe li bajerekî Tirkiyê bi cî dibe. Bicîbûna li Tirkiyê qebûlkirina helandin û tirkbûnê ye.

XXX

Li ser navê Tevgera Goran, Komeleya Îslamî û partiya û Berhem Salih, di bin serokatiya Berhem Salih da çûne Bexdayê.Di xeberê da nayê gotin heyet çûye bazara çi bike?

Bi vê siyaseta perçebûyî û tevgera jihevdaketî kurd ewê tim pûş bikutin. Xelk Kurdistanê ji wan distîne, ew li dû çend quriş pere ne... Amerîka ji kurdan ra Kurdistan çê kir, piştî 25 salan kurd hêdî hêdî xera dikin.

Hêvî dikim Amerîka, Ewrûpa nehêle Îraqê Kurdistanê ji bin da ji ortê rake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE