Bi rastî jî însan mexlûqekî pir tevlihev e, bi tiştekî razî
û memnûn nabe, ne bi germê qîma xwe tîne û ne jî bi sermê.
Tu carî çavê wî bar nabe, dibe xwediyê tiştekî, tiştekî din dixwaze, daxwaza wî tê cî, piştî demekê îcar gazinan gazinan jê dike.
Heta demek berê min ji kêmbûna blogerên kurdî gazin dikir, min digot blogerên bi kurmancî dinivîsin pir kêm in, filan û bîvan…
Nuha bloger zêde bûne îcar pê ra nagihînim hemûyan taqîb bikim, yek ji yekî xweştir û balkêştir e, nizanim kîjanî taqîb bikim û kîjanî/kîjanê taqîb nekim.
Bûme wek erebê çav li penêrê ter keve, bûme wek tirkê têkeve nava bîstanê zebeşan, dibêjim ev û ne ev, çav li min bûne tas, ji vê blogê diçim bloga din…
Berê min digot bira blogerên me jî wek yên xelkê pir bin. Bloger zêde bûn, lê nuha jî ji kêmbûna blogerên jin gazinan dikim, dibêjim çima blogerên jin hindik in.
Yanî însan piçekî dişibe gur, çavê wî tu carî bar nabe…
Lê blogerên jin jî wa ye bere bere zêde dibin, du sê salên din ewê blogerên mêr derbas kin.
Tenê gelş ziman e, heger ji kurdî jî bi qasî ji tirkî hez dikin hez bikin, heger carê tirsa nezanîya zimên ji ser xwe bavêjin mesele diqede, ewê pir zêde bibin.
Qelema jinan him pir xurt e û him jî pir tûj, cihê û balkêş e. Zimanê wan, hest û çavdêriyên wan pir balkêş e. Bi saya qelema blogerên jin kurd kanin li kurdî vebin û ji zimanê xwe hez bikin, dest pê bikin bi zimanê xwe binivîsin.
Bi taybetî blogên ne siyasî, blogên li ser qad û mijarên cihê, blogên magazîn û yên wek wan di pêşketine kurdî da, di şerê li dijî asîmîlasyonê da kanin roleke pir girrîng û pozîtîf bilîzin.
Heyra bira blogên kurdî zêde bibin bira ez wan taqîb nekim…

Lînkên blogên Kurdî
http://vinkovar.blogspot.se/2017/12/blogen-kurdi.html
Not: Min lînga blogên kurdî ji bloga Vînê girt. Vîn, http://vinkovar.blogspot.se blogeke pir dewlemend e, herin bixwînin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar