04 december 2017

Çima ez her roj dinivîsim?



Ez nivîsînê wek micadeleyeke siyasî, wek serîhildana li hemberî dagirkeriya welatê xwe dibînim.
Bi nivîsandinê her roj dixwazim nîşanî neyarê xwe bidim ez heme, ez teslîm nebûme, ez kurdekî azadîxwaz û serxwebûnxwazim.
Ez dixwazim bi nivîsên xwe yên her roj dijminên xwe, hevkar û xayinên kurd aciz û nerehet bikim, bibim strîyekî di çavê wan da…
Bi rêya nivîsandinê ez her roj bi saetan li ser tiştan, bûyeran, şexsan, siyasetê, dinyayê, mirinê, jiyanê, havalan, hevaltiyê, dildariyê, bindestiyê, azadiyê, Kurdistaneke serbixwe, tifaqê, bêtifaqiyê, îxanetê, welatparêziyê, mêraniyê, tirsonekiyê, serbilidiyê, rûreşiyê axir li ser gelek, gelek tiştan difikirm, serê xwe diêşînim.
Dixwazim bizanibim çima dinya wiha ye?
Çima em bindest in?
Çima em nikanin ji bndestiyê xelas bibin?
Çima her kurd naxwzaze bibe xwedî dewlet?
Çima hin kurd ji bindestiyê û ji kûçiktiya li ber deriyê neyarên xwe hez dikin?
Çima kurd îxanetê dikin?
Çima xayinên kurdan pir in?
Çima kurd tim perçeperçeyî û bêtifaq in?
Çima însan ji îxanetê, ji kûçiktiya dijmin fedî nakin ?
Çima însan ji xayinan ra, ji hevalbendên neyaran ra nabêjin xayin?
Çima însan bext bi text didin?
Çima însan çend qurişên bêşeref di ser azadiya gelê xwe ra û di ser serxwebûna welatê xwe ra digrin?
Çima însan hewqasî egoît û pûlperest in?
Çima hin însan ji kûçiktiyê hez dikin û çima hin însan ji kesên kûçik û ji kûçiktiya wan hewqasî nefret dikin?
Yanî her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim li ser van titaşn difikirm û dinivîsim.
Û nivîs jî dibe sebebê ez dinyayê, jiyanê bêtir û baştir nas bikim û her ku ez dinyayê, egîd û xayinên wî bêtir nas dikim, daxwaza nivîsandinê bi min ra xurttir dibe, agirê nivîsînê di dilê min da gurrtir û geştir dibe…
Ez bawer dikim gotineke min a bibêjim heye, lema jî dinivîsînim.
Ez dixwazim li ser roj û serdema ez tê da dijîm, li ser tesîra van rojan ya li ser jiyana min hestên xwe, bîr baweriya xwe bibêjim. Bi vê derbirînê(îfadekirinê)piçekî be jî rehet dikim.
Ji pasîfiyê nefret dikim, dixwazim aktîf bim, nikanim kevirekî bavêjim ji polîs û leşkerên dijmin da, nikanim derbekê bera dijmin bidim, lê bi nivîsê kanim du gotinên tahl ji wan ra bikim. Ev ji min tê, viya dikim...


XXX
Piştî ku însan bû kûçik, xwediyê wî merivekî çiqasî bêşeref û rezîl be jî kûçik ji xwediyê xwe naqete.
Sebebê hin kes dev ji xulamtiya dijminên me bernadin ev qerekterê wan ê kûçiktiyê ye. Kûçik terka xwediyê xwe nake.

XXX
Kerîyê bêkûçik gur vêdikve, kurdên bêdewlet faris, ereb û tirk vêdikevin .
Tu ferqa miletê bêdewlet û pezê bêkûçik tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE