Mesela me û dijminên me ne mesela kî bi heq e, kî neheq e,
em ji erd heta bi ezmên bi heq in, lê em nikanin heqê xwe ji wan bistînin
Mesele ev e…
Dibê em ji heqî û neheqiyê wêdatir, rêya stendina heqê xewe manaqaşe bikin.

Hin kes ji bo îspat bikin Îraq, Tirkiye û Îran li ser me neheq
in numûne û argumentên di cî da, bi heq û rast li dû hev rêz dikin.
Birayên ezîz, mesela me û dijminên me, Îraqê, Tirkiyê, Îranê û Sûriyê ne mesela kî bi heq e, kî neheq e.
Her kes zane ev her çar dewlet jî ji erd heta bi ezman li ser me neheq in.
Bi darê zorê welatê me ji me stendina û em jî ji xwe ra kirine bindest û kole, zulmeke nedîtî li me dikin.
Dinya jî vê rastiyê zane.
Lema jî mesela me û dijminên me ji mesela kî bi heq e, kî neheq e wêdatir, emê heqê xwe yê hatiye xespkirin, welatê xwe yê hatiye dagirkirin çawa û bi kîjan riyê ji van zaliman bistînin?
Ji bo em kanibin heqê xwe ji Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê bistînin du rê li ber me hene; rêya rehet û rêya zorê.
Yanî ya ewê bi rehetî heqê me bidin me ya jî emê bi zor ji wan bistînin û li welatê xwe azad ş serbixwe bijîn.
Lê problem ev her çar dewlet jî mafê me bi rehtî nadin me.
Û bi zorê jî em nikanin bi wan.
Her çar dewlet jî dibêjin gerek hûn kurd tu carî nebin xwedî dewlet, gerek Kurdistaneke serbixwe çê nebe û gerek heta û heta hûn koleyê me bimînin, heta hûn dihelin dibin ereb, faris û tirk.
Bi kurtî tiştê tirk, faris û ereb ji me ra dibêjin ev e….
Û wek cizîrî dibêjin, dinya jî ”bênamîs” e ew jî alî ma nake.
Îcar emê çawa kanibin mafê xwe ji van her çar dewletên zebelih, zalim û şovenîst bistînin mesele ev e, ne hewceyî rêzkirina argumentên heqiya me nîşan didin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar