”Bêçretiya fêrbûyî”
Wê rojê min li derekê xwend. Li Hindistanê ji bo fîlan kedî bikin hîn dema fîl
biçûk in bi zincîrên qalind wan qeyd dikin.
Helbet ne mimkûn e fîlekî biçûk wê zincîra qalind bişkîne ya jî singê zincîr pê
va ye rake û xelas bibe…
Fîlê biçûk destpêkê ji bo ji qeydê, ji zincêra di nig da xelas bibe bi hemû
hêza xwe pir li ber xwe dide. Lê dike nake nikane zincîrê biqetîne û ji qeyda
nigê xwe xels bibe û bigihîje azadiya xwe…
Bi vî hawî sal û zeman
derbas dibe, fîlê biçûk mezin dibe, dibe fîlekî pir mezin.
Êdî kane qeyda nigê xwe bişkîne, singê pê ve girêdayî ye pir bi rehetî rake.
Lê belê fîl tu carî teşebusî tiştekî wiha nake, tu carî hewil nade qeyda nigê
xwe bişkîne û bigihîje azadiya xwe.
Çimkî wî carê bawerî pê aniye ew nikane ji wê qeydê xelas bibe. Berê, dema
biçûk bû gelek caran ceribandiye lê netîce nedaye…
Lema jî ji bo şikandina qeyd û zincîrê qet li ber xwe nade. Êdî tiştê naqete û
naşikê ne zincîra di nigê fîl da ye, baweriya wî ye.
Çimkî baweriya wî ya bi şikandina qeyd û merbenda di nigê wî da nemaye, lema jî
bêyî liberxwedan qeyda di nigê xwe da qebûl dike, dibêje ez nikanim vê zincîrê
bişkînim, ez mecbûr im heta taliya umrê xwe di vê qeydê da bijîm.
Di psîkolojiyê da ji viya ra dibêjin ”bêçaretiya fêrbûyî.”
Bindestiya sedsalan wek fîl, baweriya gelek kurdan jî şikandiye.
Ev rastiyeke, gerek em viya bizanibin.
Gelek kurd êdî bawer nakin ewê kanibin zora dijminên xwe bibin û ew jî wek wan
bibin xwedî dewlet.
Ev ”bêçretiya fêrbûyî” xwe dixe gelek qaliban û bi gelek navan, siyaset û
şiklên cuda derdikeve hemberî me.
Sebebê pirbûna xayin, qorîcî û kurdên hevkarên neyarên me, sebebê gelek kurd
hewqasî bi rehetî dibin neyarên qewmê xwe ev ”bêçaretiya fêrbûyî” ye. Çimkî êdî
baweriya wan bi serketinê nemaye.
Tiştê naşikê û têk naçe êdî ne dewleta tirk e, ne qeweta dijimin e, nemana
baweriya wan ya bi azadî û serxwebûnê ye.
Êdî bawer nakin kurd ewê kanibin zora dewleta tirk bibin û bigihîjin azadiya
xwe.
Gava bawerî, îrade bişkê ne zincîr, qetandina tayek dezî û benekî xav jî ne
mimkûn e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar