Belkî bala we jî kişandiye, hin rojan bi roj ez nikanim
tiştekî binivîsm, ya di nava 4-5 saetan da tenê tiştekî kin dinivîsim. Ew jî ji
bo hebûna xwe diyar bikim.
Roja feyca xwe venikim û gema du sê gotin bin jî nenivîsim
tebatî nayê min, di xwe da kêmasiyekê his dikim.
Lê gava meriv karkirê xelkê be meriv ne bi destê xwe, meriv
ne azad e, heta kar hebe meriv nikane karê xwe berde û di medyaya sosyal da
bide lotikan.
Ji vêsê da ye dixwazim tiştekî binivîsînim lê wextê bnabînim
biqedînim, çend gotinan dinivîsim karek derdikeve, xatûnperiyek swêdî tê
tiştekî ji min dipirsde, ya jî tiştekî dixwaze.
Ez mecbûr dibim kompîtorê digrim û dev ji karê xwe ber didim.
Karkiriya xelkê dişibe bêdewletiyê, tu ne azad î, azadiya te di destê hinekên din da ye.
Ez mecbûr dibim kompîtorê digrim û dev ji karê xwe ber didim.
Karkiriya xelkê dişibe bêdewletiyê, tu ne azad î, azadiya te di destê hinekên din da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar