16 maj 2017

Jimara xwendevanên Hindik-Rindik roj bi roj zêde dibe


Heta çend meh berê jî rojê 40-70, 80 kesî da bû, lê nuha kêmzêde rojê 500-600 e. Pêr 851, do 1064 û îro jî heta nuha 726 e.
Sebebê vê eleqa nuh û zêdebûna xwenevanan ez nizanim çi ye. Dibe hin nas û dostan di facebookê da qala Hindik-Rindik kirin û pesnê wê dan lema.
Ji bo blogeke kurdî rojê 1064 ziyaret reqemeke pir mezin e. Ez nizanim gelo rewşa blogên din çawa ye û rêjeya xwendevanên wan çuqas e?
Xwezî hinekan ev yek belav bikira.
Lê ez ji xwendevanên xwe razî me, bi bêdengî be jî, tiştekî nebêjin jî lê gelek kes her roj Hindik-Rindik taqîp dikin.
Ev yek jî bêguman ji bo min serbilindî û şanazî ye.
Spas ji bo xwendevanên min taqîb dikin….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE