07 oktober 2016

Katagoriya hevkar û zilamên dewletê firehtir bûye,



Berê hin axa, serokeşîr û kesên ne kurdperwer, kesên sivik û pûlperest dibûn heval û hevkarên dewletê.
Ew jî here were bi piranî mesela rayan bû. Ya na dewlet nediparast in, eşkere nedibûn berdevkê dewletê. Yên dibûn hindik bûn.
Lê nuha qad û katagoriya hevkar û zilamên dewletê firehetir bûye, êdî kesên ji xwe ra dibêjin em ”kurdperwer” in, em welatparêz û ronakbîr û siyasetmedarên kurd in jî dibin hevakr û zilamên dewletê.
Heta ez kanim bibêjim vê katagoriya nuh ya hevkar û zilamên dewletê dewsa axa û serokeşîran girtiye, hejmara wan sed qatî li ya serokeşîran e.
Li Kurdistana bakur êdî meriv kane him welatparêz û ronakbîr be yanî xwe wer nîşan bide û him jî her şev di telewîzyonan da abûqatiya dewletê û AKPê bike.
Yanî zilamtiya dewletê û abûqatiya AKPê û Erdogan ji kurdperweriya wan misqalekî jî kêm nake; heta hinekî zêde û bi qîmettir dike…
Li gorî van kurdperwerên havkarên dewletê, sebebê perîşaniya kurdan ya îro, sebebê wêrankirina 10-12 bajarên kurdan, sebebê girtin û jikaravêtina bi hezaran kurdî, sebebê terora li Kurdistanê tenê PKK ye, dewletê û sûcê hukûmeta AKPê qet tuneye; hukûmet baş e, PKK xerab e…
Lê dibê meriv van hevkaran fêm bike, çimkî ji ber ku wiha dibêjin tirk çend quriş pere dixin bêrîka wan.
Heger nebêjin hukûmeta AKPê baş e, Erdogan sertacê me ye û PKK xerab e, terorîst e û hemû nerindî ji PKKê da ye, bêguman hukûmet û tirk silavê jî nadin wan û wan naxin dewsa însanan jî.
Ji ber ku PKK heye û ew jî davêjin ji PKKê da îro ew tişek in û tirk carnan wan bera pêxîla PKKê û HDPê didin.
Dewlet bi vê yekê, bi vê hevalbendiya van hevakran dibêje binêrin va ye zilamên me jî hene, hemû kurd ne li dijî îşxala me û îdareya me ne.
Lê bira hemû zilam û hevakrên hukûmeta AKPê û dewletatirk dua bikin PKK heye. Çimkî ji ber dijminatiya wan ya bi PKKê ra dewlet û tirk carnan wan bi kar tînin û çend qurişan dixin bêrîka wan.
Lê roja PKK biqede karê wan jî dike.
Gelek hevkarên hukûmetê bîra vê yekê nabin û pir bi heraret dixwazin PKK nemîne.
Heger PKK nemîne ewê êrîşî kê bikin, ewê dijminatiya kê bikin ?
Lema jî gava hevkarên AKPê dixwazin PKK biqede şaşiyê dikin, korfahmiyê dikin, bi qedandina PKKê ra karê wan jî wan jî ewê biqede…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE