Dibêjin carê dilê hechecikekê ketiye yekî. Her roj çûye li
ber paça wî veniştiye û bi saetan li mirêk temaşe kiriye.
Rojekê êdî deyax nekiriye û ji mêrik ra gotiye, ”tu zanî, dilê min ketiye te, ez ji te hez dikim. Pacê veke û min bigre hundur.”
Mêrik matmayî maye, gotiye , ”ev çi gotina beradayî ye? Tu çivîkek e û ez jî însan im. Çivîkek çawa kane bibbe dildarê însanekî? Tiştekî wiha nabe. Here îşê xwe” û hechecik bera hundur nadeye, ji ber paca xwe qewitandiye.
Lê hechecik neçûye, dîsa gotiye:
Hechecikê gotiye:
”Ez ketime bextê te pacê li min veke, min bigre hundur, emê bi hev ra bijîn. Emê bi hev ra bibin dost û heval, emê jiyaneke xweş û rojên bextewar bi hev ra derbas bikin. Derve pir sar e, ez ji sar û sermê dikim biqefilim. Pacê li min veke.” Mêrik dîsa gotiye, ”nabe” û pace lê venekiriye û gotiye ji ber paca min here.
Hechecik çûye lê bîsteke din dîsa paş da hatiye û cara sisiyan ji mêrik ra gotiye:
Ji te rica dikim min bigre hundur. Derve pir sar e, ez dikim biqefilim. Tu zanî ez ne çivîkeke sermayê me, ez kanim tenê di hewayên germ da bijîm. Hegertu min berra hundur nedî, ji mecbûrî ezê koçî welatên germ bikim. Rica min ji te min bigre hundur ji bo ku ez li vir bijîm û neçim welatekên germ. Emê bi hev ra bikin û bixwin, ezê li ser girmika te venim û kêfa te bînin, emê bi hev ra demên xweş derbas bikin. Ji xwe wa ye tu jî wek min bi tenê yî, ewê him sebra me bi hev were û him jî emê bi hev ra kêf kêf bikin.
Lê mêrik dev ji înada xwe bernedaye, gotiye na, ez dixwazim bi tenê bijîm. Ji ber paca min here û min zêde nerehet neke.
Li ser vê bersîva mêrik, hechecik bi dilekî şikestî û bi xemgîniyeke mezin firiya ye û çûye. Lê dû ra mêrik poşman bûye, ji xwe ra gotiye:
”Yaho ez merivekî çiqasî totikvala û kêmaqil im, min çima hechecika xweşik ber ahundur neda, çima min daxwaza wê ya jiyameke bi hev r aqebûl nekir? Emê bi hev ra bimana, ewê sebra me bi hev bihata.
Yanî gelkî poşman bûye. Lê poşmaniya wî jî êdî perenekiriye, hechecik carê çûye û berê xwe daye welatên germ.
Dû ra ji xwe ra gotiye, de tişt nabe, salê tê, gava germê dest pê kir, ewê dîsa were. Wê çaxê ezê wê bigrim hundur û emê bi hev ra bijîn. Û paca xwe vekirîye, tim vekirî hîştiye. Bi hêviya rojekê ewê hechecik dîsa paş da vegere.
Bi hatina havînê ra hechecik jî paş da hatine gund. Lê hechecika wî nehatiye. Heta dawaiya havînê paca xwe negirtiye, wer li ber rûniştiye. Lê hechecik nehatiye.
Ji hechecikên hatine pirsî ye, lê kesî hechecika wî nedîtiye. Çuqasî lê geriya ye, ji her hechecikê pirsî ye jî şopa wê bi dest nexistiye.
Ji bo ku derdê xwe, serpêhatiya xwe bibêje lêxistiye çûye ba kalekî zane, hamîhama, xwediyê aqil û fama. Ji kalo ra serpêhatiya xwe ji serî heta dawî, yek bi yek gotiye.
Kalê zane jê ra gotiye, ”temenê/umrê hechecikan li ser hev 6 meh in. Di jiyanê da hin fersend hene tenê carê dikevin destê meriv, heger meriv ji dest xwe birevîne wek hechecikê difire û dihere û careke din jî hew paş da tê…

Dersa em ji vê çîrokê bigrin; di jiyanê da hin fersend hene tenê carê dikevin destê meriv, tên carê tên ber deriyê meriv. Meriv qîmeta wê nizanibe, nizanibe bi kar bîne ji destê meriv difire û dihere û careke din jî paş da nayê.
Li Kurdistana başûr û rojava fersendeke tarîxî ketiye destê kurdan. Heger siyasetmedarên kurd, partiyên kurd yên xwedî hêz jêr bin, ewê vê fersendê ji dest xwe nerevînin û Kurdistanê ava bikin.
Ev cara duduyan e hechecik tê ber paca kurdan, lê kurd wê diqewitînin, hêvî dikim vê carê jî neqewitînin.
Not:Di çîrokê da umrê hechecikê(dûvmeqesk)6 meh hatiye gotin,
lê ev ne rast e, ev çîrok e, umrê hechecikê gelkî dirêjtir e, belkî heta 10-15 salan
jî kane dirêj be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar