Piştî teşebusa darbeya leşkerî ya 15ê temûzê di nava kurdan
da minaqaşeyeke balkêş dest pê kir.
Hin kesan bi navê dijberiya cûntayê piştgiriya hukûmta AKPê
parast in, gotin dibê meriv kurd jî dakavin kolanan û cûntaciyan protesto
bikin. Tiştên di vê maneyê da gotin.
Li gorî xwediyên dîtina jor, ji ber ku hukûmeteke siwîl
çuqasî xerab be, çuqasî kil û kêmasiyên wê hebin û îktîdareke ne li gorî dilê
me be jî ji cûntayeke leşkerî baştir e. Cûntayên leşkerî tim ji îktîdarên siwîl
xerabtir in.
Lema jî dibê kurd bi AKPê ra li dijî cûntaciyan derkevin û
vê îktîdara ”siwîl” biparêzin.
Esas li Tirkiyê îro demokrasî filan tuneye û îktîdara AKPê
jî di maneyeke rast da ne demokratîk û siwîl e. Li Tirkiyê îro rejîmeke
olîgarşîk heye û olîgarkekî pir zalim hertişt giriye destê xwe.
Yanî demokrasî û hukûmeta siwîl çîrok e, tiştekï wiha
tuneye.
Lê li gel vê jî helbet parastin û piştgiriya cûntayê,
leşkeran ne rast e, dibê hêzên kurd li dij bin.
Bes ne ku di bin navê dijberiya cûntayê da bibin parêzvan û
pişgirên AKPê û dîktatoriya Erdoganê faşîst.
Ya rast dibê kurd nebin dûvikên tu hêzê; ne ya leşkeran û ne
jî ya Erdogan û AKPê.
Wek hêzên kurd berjewendiyên xwe biparêzin û terefê kurd
bin, xwedî daxwaz û hedefên netewî bin.
Dibê em ji bîr nekin generalên xwestin darbeyê çêkin û
Erdogan heta 14ê mehê jî hevalên hev bûn, heta 14ê temûzê jî Erdogan
serfermandarê wan bû.
Van leşkeran bi emrê Erdgoan û hukûmeta AKPê li gelek
bajarên Kurdistanê kevir li ser kevin nehîstin.
Bi emrê Erdogan û hukûmeta AKPê di nava çend mehan da 7-8
hezar kurd kuştin. Erdogan û hukûmetê emir dan û leşkerên darbecî jî emrën wan
xistin praktîkê.
Lê îro ji bo desthilatiyê bi hev ketine. Qet ne karê me
kurda ye em bibin heval û alîakrên yekî, herdu jî bi qasî hev neyarên me ne.
Hêvî dikim qira hev bînin, li ser koka hev rûnin.
Hercî îdîa di bin hukmê cûntayê da rewşa kurdan ewê ji nuha
xerabtir bibe tenî texmîneke. Bi dîtina min generalekî herî xerab jî ancax bi
qasî Erdgaon xerab û neyarê kurdan be.
Bi kurtî dibêjin ku ”îktîdarên siwîl, cuqasî xerab bin jî ji
cûntayên leşkerî baştir in.. ”
Ev jî bivê nevê tê maneya daxwaza piştgiriya AKPê û Erdogan.
Ji xwe gava meriv li dijî cûntayê dakeve kolanan, ev tê maneya mitefîkiya AKPê û Erdgoan.
Ji xwe gava meriv li dijî cûntayê dakeve kolanan, ev tê maneya mitefîkiya AKPê û Erdgoan.
Lê em vê jî bidin aliyekî, ”îktîdarên siwîl, cuqasî xerab
bin jî ji cûntayên leşkerî baştin”, her tim ne argumaneke rast e.
Li Îranê Hesen RûhanÎ serokkomarekî siwîl e û bi rayên gel
hatiye hilbijartin. Nuha sibe leşker li hemberî RûhanÎ û komara îslamî darbeykê
bikin, ma dibê kurd li dijî leşkeran piştgiriyê bidin Rûhanî û komara îslamî?
Ez bawer nakim kes piştgiriyeke wiha rast bibîne û biparêze
û rabe ji kurdên Kurdistana rojhilat ra bibêje li dijî darbeyê rabin.
Her kesê bibêje herdu alî jî xerab in, hêzên li dijî
demokrasiyê ne, herdu alî jî dijminên me ne û lema jî dibê di şerê van herdu
hêzên zalim û dijmin da kurd nebin teref û alîkarê kesî.
Eynî tişt ji bo leşkerên tirk û hukûmeta AKPê jî derbas
dibe. Herdu alî jî yên hev in, ji bo me kurdan yek ji yekî ne baştir e. Lema jî
dibê kurd li dijî herduyan jî bin, leşkeran zalim û Erdgoan û AKPê jî mezlûm
nebînin.
Wê demê her îktîdara siwîl ji cûntayê ne baştir e. Heta
cûntayek leşkerî kane ji komra îslamî baştir be jî.
Û ev yek wek teorî ji bo Tirkiyê jî derbas didbe. Lê çi be
jî meriv di nabêna du hêzên faşîst û bi qasî hev neyarên kurdan tercîhekê nake.
XXX
Çend hêzên dijminên me li Tirkiyê bi hev ketine. Nuha çima emê xwe tevî şerê wan kin?
Çend hêzên dijminên me li Tirkiyê bi hev ketine. Nuha çima emê xwe tevî şerê wan kin?
Û heger em bi Erdogan û AKPê ra êrîşî leşker, Gulen û
kelemalîstan bikin kara me çi ye, ewê çi kurk li me be?
Ma qey tiştê Erdgaon û AKPê aniye serê kurdan têra me nake?
Ma me AKP û Erdogan hîn nas nekiriye?
Ma me AKP û Erdogan hîn nas nekiriye?
Li Îraqê ereb bi hev ketin kurdan piçekî rehet kir, bûn
xwedî ferderasyon.
Li Sûriyê jî xêra şerê ereban yê xwe bi xwe belkî kurd li
wir jî mafekî bi dest xin, belkî ew jî wek kurdên başûr bibin ferderasyon.
Hêvî dikim li Tirkiyê jî wek Îraqê û Sûriyê baş bi hev
kevin. Wê demê belkî em jî wek kurdên başûr federasyonekê bi dest xin.
Heta xera nebe, çê nabe, heta bi hev nekevin ji me ra baş
nabe. Kurdê here hawara Erdogan gorra kurdan dikole.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar