02 juni 2016

Ji vêsê da ye ez hîn nehatime ser hişê xwe.


Do êvarî şahiya mezûniyeta lîsê ya Ronî û Kendal ya du zarokên du hevalên min, Wîldan Tanrikulu û Cemal Bakac bû.
Ez û xanim piştî kar me li bajêr hev û du dît, em bîstekî çûn li pastexaneyê rûniştin û dû ra jî em çûn wir, ciyê şahiyê.
Ji ber ku her du malbat dost û hevalên hev yên salan, yên pir nêz in, her du xort Ronî û Kendal jî bi gotina Wîldan, wek cêwiyan mezin bûne.
Lema jî me şahiya mezûniyeta wan bi hev ra çêkir.
Li gel ku roja kar bû jî gelek dost û heval hatibûn. Ciyê şahiyê jî pir xweş û mikemel bû. Hewa jî mikemel bû. Stockholmê îsal rojeke wiha xweş nedîtibû.
Dê, bav û malbatên herdu xortan jî xwe gelkî westandibûn, ji mîvanan ra şîranî û xwerinên mikemel û babet babet hazir kiribûn.
Û helbet vexwarin jî pir bû.
Ê de îcar bi dost û hevalan ra bêguman xwarin jî û vexwarin jî xweş e. Û her cara qedeha min vala dibû mala Wîldan û Ercan ava be, tim dadigirtin…
Ê qey min piçekî zêde vexwar û dereng jî çûm mal û dereng raketim.
Lema jî hîn rindikî nehatime ser hişê xwe, hîn nîv serxweş im.
Lê hêja bû, bi dost û hevalan ra me wexteke xweş derbas kir.
Spas ji bo malbata Tanrikulu û Bakac, spas ji bo dayika Ronî û Kendal, spas ji bo bavê Ronî Wîldan û bavê Kendal Cemal.
Xwedê mirdê we bi zarokên we bike, xwedê ji we ra û ji miletê kurd ra bihêle.
Bira serketin tim para wan be.
Bi xêr di 9ê mehê da keça Muzeyen xanimê û Mahmûd Lewendî beg jî ewê kepsê xwe bivirvirîne hewa û emê mezûniyeta wê jî pîroz bikin…
Bi xwedê xortanî ji pîriyê û kaliyê hezar carî xweştir e.
Xwezî ez jî nuha wek Ronî û Kendal xort bûma…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE