Hevalê minê salan Doçent Osman Aytar gotiye ”ew dewleteke demokratîk
diparêze, ew tu carî nabêje hema bila dewlet be çi dibe bila bibe…”
Di nava kurdan da kesên wiha difirkirn, kesên dewleteke ”demokratîk”, sosyalîst dixwazin pir in. Bêyî dewleteke ”demokratîk”, sosyalîst li dijî her babetên dewletê yê din in.
Yanî yên sosyalîst dibê dewleta kurd gerek sosyalîst, ”demokratîk” û yê îslamîst jî dibêjin gerek dewleteke li îslamî be.
Li ser vê mijarê heta nuha min gelek caran nivîsîye. Lê dixwazim careke din jî fikrê xwe bibêjim.
Min tim gotiye ji kurdan ra dewleta herî xerab, yeka wek Tirkiyê, wek Rûsyayê û heta wek Îranê jî ji bêdewletbûnê, ji bindestiya nuha hezar qatî baştir e.
Helbet ez dixwazim dewlweta çê bibe sekuler be, demokratîk be, sosyal be, filan û bîvan…
Lê ez van tiştan nakim şertê xwe yê piştgiriya dewletbûna kurdan.
Ez dewleteke wiha dixwazim, ji bo dewleteke demokratîk, sekuler dixebitim, lê gava hêzeke ne li gorî dîtin û îdeolojiya min, hêzeke muhafezekar, lîberal û heta îslamîst jî Kurdistanê ava bike min qebûl e.
Kesê ”dewleteke demokratîk” (demokrasiyeke çawa, ev jî problem e), adil û nizanim çi û çi bike şertê piştgiriya xwe, di esasê xwe da li dijî dewletbûna kurda ye, li dijî îktîdara hemû partiyên îro hene.
Ji ber ku kîjan partiya kurd Kurdistanê ava bike û were ser hukim jî ewê civateke wek ya Swêd û Norweçê ava neke, ewê demokrasiya Xerbê tavilê bi cî neke. Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Li Kurdistanê partiyeke, serokekî krîterên, prensîbên, demokrasiya Osman Aytar diparêze tuneye. Ji ber ku wek civat em gelkî paşdamayî ne. Dewleta kurd îro çêkin ne mimkûn e dewleteke tam demokratîk, lîberal, sekuler û tam adil û bi edalet be.
Û ya din jî ev dîtin, yanî ”ez her dewletê naxwazim” ne dîtina ronakbîrê miletekekî bindest û rizgarîxwaz e.
Ronakbîrê miletekî bindest dibê ji bo piştgiriya tevgera netewî şertên wiha ferz neke.
Dibê em cephe û yekîtiyeke netewî çêkin. Cephe û yekîtiya netewî jî bi program, hedef û îdeolojiya çep, bi hin şertên wiha nabe…
Hêzên îslamî jî li Kurdistana bakur li dijî her rejîm û her dewleta ne îslamî ne. Ew jî dibêjin PKK, HDP çep in, xwedênenas in, lema jî li dijî dewleta wan û îktîdara wan in.
Osman Aytar jî li dijî her dewleta, her îktîdara ne “demokratîk” e. Maneya xwe ew li dijî îktîdara hemû partiyên kurd e.
Tabî bi dewleteke ”demokratîk” qesta wî çi ye ew jî ne zelal e. Naverok û prensîbên vê dewleta ”demokratîk” çi ne û ne çi ne ew jî ne diyar e.
Bi dîtina min li ne Kurdistana bakur û ne jî li ya başûr û rojava yek partî jî wek Osman Aytar dixwaze ne “demokratîk” e.
Hemû jî dîktator, feodal, eşîr, muhafazekar û îslamî ne. Partî û hêzên li pîvana Osman Aytar werin jî pir û pir zeîf in. Yanî şansê wan yê pêşengiyê tuneye...
Esas kesê “dewleteke demokratîk” bike şertê piştgiriyê û “her babetê dewleta kurd qebûl neke”, dibê piştgiriyê nede Kurdistana başûr jî. Ji ber ku ew jî ne demokratîk, adil û sekuler in.
Serokê Kurdistana Federe her axaftina xwe bi ” Bismillâhirrahmanirrahim” dest pê dike. Gelek qanûnên antîdemokratîk hene. Ez wan rexne dikim, lê belê ne li dijî dewlet û serokatiya Barznî me. Bira Kurdistan çê bibe kî dibe serok bira bibe.
Sibe li Kurdistana rojava û bakur PYD û PKK werin ser hukim jî eynî tişt e. Ma PKK qey ewê dewleteke wek Osman Aytar dixwaze, wek Îswîçreyê, Emerîkayê ava bike?
Ma qey li Sûriyê Salih Muslim ewê dewleteke, rejîmeke wek ya Swêd ava bike?
Prototîpên dewleta PDK, PYD û PKK çêkin ji nuha da li ber çavên me ne, em dibînin û piştgiryê dikin.
Ez bi xwe dikim.
Yê piştgiriyê bide van partiyan û Kurdistana Federe dibê nebêje ”ez tu carî nabêjim hema bila dewlet be çi dibe bila bibe…”
Heger tu wiha nabêjî wê demê dibê tu piştgiriya PDKê, PKKê û PYDê nekî. Ji ber ku em baş zanin van partiyan yek jî ne li gorî pîvana demokrasiya te ne.
Wek min got, bêguman ez dixwazim dewleta kurd dewleteke demokratîk û sekuler be, lê PKK jî çêke, PYD jî çêke, Mesûd Barzanî, Goran, Talabanî ya jî partiyeke îslamî jî çêke min qebûl e, ezê ne li dij bim û li dij nexebitim.
Ji ber ku tu însan, tu partî ne nemir e, rojekê ewê herin û hinekên din ewê werin dewsa wan. Li cîhanê tu dewlet destpêkê bêkêmasî, mukemel ava nebûye.
Netîce, ji bo min ya muhîm kurd bibin xwedî dewlet, dewleteke çawa mesela talî ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar