Heger ez merivekî dîndar û bawermend bûma minê bigota nifir li kurdan bûye, Xwedê xezeba xwe li kurdan barandiye, ji bo ku ew tu carî ji bindestiyê rizgar nebin, heta û heta bêdewlet, bê welat û xulamên ereb, faris û tirkan bimînin.
Lê ji ber ku ez ji tişên wiha bawer nakim, lema jî nikanim bi vê sebebê bawer bikim, sûc têxim hustuyê Xwedê…
Lê Xwedê ew afaroz nekiribin jî di kurdan da anormaliyek, seqetiyek, kêmasiyek heye.
Heger tunebûya miletekî herî kêm 40-50 milyon nuha ne di vî halê rezîl da bû. Nuha ne 77 serî bûn û her 77 serî jî ji dijmin bêtir ewê ne dijminên hev bûna.
Di dîrokê da tu carî ji kurdan ra tam, bi her hawî li hev nehatiye. Tim û tim kêmasiyek, qelsiyek, gelşek hebû ye nehîştiye kurd ji bindestiyê rizgar bibin.
Carnan şertên hundur di lehê wan da, lê şertên der di eleyhê wan da bûye.
Carnan şertên der û hundur herdu jî di lehê wan da bûye, lê wê demî jî serok û rêberên wan ne tu serok û rêber bûne. Nikanîbûne ji fersend û îmkanan sûdê bigrin.
Carnan rêberên baş hebûne, lê îcar jî şert ne musîd bûne.
Bi gotineke din carnan ard, rûn, ssekir hebûye, lê hostê helawiyê ccêke tunebûye û carnan jî hoste hebûye, lê malzeme tunebûye.
Welhasilî kelam ji bo ku ji bindestiya ereb, tirk û farisan xelas nebin tim rastî astengiyê, gelssekê û kelemekê hatine.
Ev çend sal in li Kurdistana başûr û nuha jî li Kurdistana rojava şertên rizgarbûnê bi her hawî temam in. Milet rabûye ser nigan, hêzeke çekdar ya bi sedhezaran li dijî hêzên xwînxwar û faşîst şerekî mezin dike û serketinên mezin bi dest xistine.
Pêsmerge û gerîla piraniya axa Kurdistanê rizgar kirine.
Dewletên mezin piştgiriyê didin kurdan, dibêjin azadî mafê we ye.
Lê kurd ne li hev in, kurd bi hev ketine.
Partiyên, serokên kanibin yekîtiya miletê kurd çêkin û pêşengiya vê qonax dîrokî bikin û kurdan bigihîn azadî ü serxwebûnê tuneye, tunene.
Yanî şertên der û hundur, yên madî û leşkerî û piştgiriya gel temam e, lê serokên hene ne tu serok in, siyasetmedarên hene ne yên van rojan, vê qonaxê û vî karî ne.
Li tu beşekî Kurdistanê di nabêna kurdan da yekîtî tuneye. Çuqas partî hene hema hema hemû li hemberî hev in.
Ji dêlî ku li başûrê Kurdistanê yekîtiya xwe çêkin û serxwebûna xwe îlan bikin, ketine gewriya hev, şerê hev dikin, dikin hev û du bixwin, emrê girtina hev didin.
Li gorî Avestakurd dinivîse, li Hewlêrê dadgehekê biryara girtina serokê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa daye.
Yanî ev îş e, ev karê aqil e?
Do bera serokê meclîsê dan, îro dixwazin muxalifekî xwe têxin girtîgehê.
Ev şaşiyeke mezin e, biryara destpêkirina şerekî birakujiyê yê dûr û dirêj e.
Di demeke wiha nazik da meriv gaveke wiha şaş û tahlûke navêje. Di rojeke wiha da meriv gelşên nabêna xwe ne bi zorê û biryarên wiha, bi diyalogê, bi îqnakirnê çareser dike.
Heger ev biryar rast be û bi rastî jî Newşirvan Mistefa bigrin, ewê dîsa bi hev kevin, kurd kortika hustiyê xwe dibînin lê serxwebûnê nabînin.
Wek salên 70, 80 û 90î ewê dîsa hev û du bikujin û erebê jî dîsa têkevin ser dilê wan.
Û ev azadî û îdareya heye jî dikane ji destê wan here.
Lê hêvî dikim biryar nekeve praktîkê û di vê siyasetê da neyê israr kirin.
Li Kurdistana bakur û rojava jî kurd ne li hev in.
Li Rojava PYD û ENKS ne li hev in, ji dijmin bêtir neyariya hev dikin.
Li bakur jî PKK û HDP li aliyekî û hemû hêzên din li aliyekî ne. Di nabêna wan da jî tu hevkarî û tifaqeke netewî tuneye.
Li başûr PDK, YNK, Goran û tevgerên îslamî ketine gewriya hev, dikin hev û du bixwin.
Yanî li tu beşekî Kurdistanê di nabêna partiyan da yekîtiyek û programeke netewî tuneye.
Îcar gava rewss ev be serketin ne mimkûn e, ev fersenda çêbûye jî wek yên berê ewê ji dest here, hewqas bedel, hewqas malwêranî, eziyet û cefa û bi sedhezaran şehîd giş ewê bi avê da here.
Emê wek berê dîsa bindest bimînin.
Gava yekîtî tunebe, her yek seriyekî bişîne û hemû serî jî neyarên hev bin, bêguman rizagarî û serxwebûn ne mimkûn e.
Ez nizanim sebeb çi ye, lê axirê di kurdan da kêmasiyek heye, heger tunebûya 40-50 milyon kurd ewê ne bêdewlet û bêwelat bûna, ne di bindestê çar dewletan da bûna...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar