Ev çend roj in dîsa bi bapêşê ketime, yanî zekemî, arsimî
bûme. Tiştekî xerîb e her sal çend caran ev bapêşa bêbext min digre û çend
rojan ezab bi min dide kişandin.
Îro bi roj min xwe li ser nivînan dirêj kir, di xew ra çûm.
Ez di ser Diyarbekrê ra ya bi diya xwe ra ya jî bi pîrika xwe ra difiriyam...
Lê ez dibêjim diya min bû.
Em gelkî nizim difiriyan.
Kuçe û kolanên Diyarbekrê xir û xalî bûn, yek benîadem jî lê tunebû û li her der marên bêlibat xuya dikirin.
Ez di ser Diyarbekrê ra ya bi diya xwe ra ya jî bi pîrika xwe ra difiriyam...
Lê ez dibêjim diya min bû.
Em gelkî nizim difiriyan.
Kuçe û kolanên Diyarbekrê xir û xalî bûn, yek benîadem jî lê tunebû û li her der marên bêlibat xuya dikirin.
Marên biçûk, mezin, rengrengî bûn, kulor bûbûn, xwe li hev
piçikandibûn, lê hemû jî bêtebat bûn, mirî xuya dikirin.
Mêlikahmed, kuça di ber Xana Hesen Paşa ra derbas dibe di
nava toz û gemarê da bû û li her derê fitlên maran xuya dikirin…
Ez û diya xwe wek du qulingan li kêlek hev difiriyan, me
bala xwe dida bajêr.
Min li hewa ji diya xwe pirsî, gelo hewqas mar çima li
Diyarbekir hene û çima mirine?
Diya min got, îsal pir sar bû, ez bawer dikim ji sar û
seqemê, ji sermayê mirine.
Ez newêrîbûm dakevim, diya min got, dakeve, netirse, hemû
mirî ne...
Li ser vê peyva diya xwe em daketin kêleka kaniyeke pir xweş, xuşexuşa avêbû diherikî.
Li ser vê peyva diya xwe em daketin kêleka kaniyeke pir xweş, xuşexuşa avêbû diherikî.
Lê marekî pir mezin, wek zîha, bi qasî anakondayekî mezin,
devê wî ji hev, xwe li dora kaniyê piçikandibû. Ji bo ku meriv ji kaniyê av
vexwara, dibê meriv di ser ra gav bikira.
Lê gava me nêzîkî lê kir, min dît ku ew jî mirî ye û yekî
din ê bi qasî wî mezin, ew jî di erqa kaniyê da miribû.
Hîn me wiha bala xwe didayê, mangeyek reş ji wê da hat ser
kaniyê, xwest devê xwe têxe kaniyê û avê vexwe.
Lê gava ew marê mezin dît veciniqî, xwe paş da vekişand. Û
ji bo ku bizanibe mar mirî ye ya sax e, çend caran serê xwe nêzî serê mêr kir û
paş da kişand. Dawiya dawî gava fêm kir ku mar ne sax e, mirî ye, di ser serê
mêr ra devê xwe xist kaniyê û av vexwar.
Piştî av têr vexwar, dev li çenga mar ya jêr kir û zîfêlik
jê qetand.
Ez matmayî mam, min got dayê, ma dewar goşt dixwe?
Berî ku diya min bersîva min bide, ez bi xwe hesiyam.
Min piçek xwîdan dabû.
Ez matmayî mam, min got dayê, ma dewar goşt dixwe?
Berî ku diya min bersîva min bide, ez bi xwe hesiyam.
Min piçek xwîdan dabû.
Min hêzî ser xwe kir, min dît ku ez ne li Diyarbekrê, ne li
ser kaniyekê me, li Stockholmê, li mal, di nava nivînan da me…
Ez ji tabîra xewnan tiştekî fêm nakim, gelo ev xewna min,
dîtina marên mirî tê çi maneyê?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar