Serokê HAK-PARê yê kevn Kemal Burkay, dîsa ji dewleta tirk bêtir, ji rexnekirina teror û qetlîamên çeteyên dewletê bêtir PKK rexne kiriye, tîrên xwe yên herî tûj û herî bi jahrî ji vê dewleta îşxalkar û ceberût bêtir avêtiye ji PKKê da.
Meriv matmayî dimîne, meriv qet texmîn nedikir ku Burkay jî ewê wek gelek kesên nêzî hukûmetê belavoka akademîsyenan(emê nebin şirîkê vî sûcî) ji ber ku PKK jî rexne nekirine bi zimanekî tund rexne bike û bibêje:
”Çima hûn piştgiriya PKKê dikin? PKK tevgereke şaş e. Ji serî da gelê kurd temsîl nake. Lê belê hîn jî jê ra dibêjin tevgera kurd. Şêla ronakbîran wiha nabe. ”
Halbûkî demakê wî jî bi PKKê ra tifaq kir û bi Ocalan ra risim kişand.
Diyar e li gorî Burkay ji ber ku ”PKK tevgereke şaş e”, lema
jî qetla wê li dewleta tirk helal e, dewlet çi bîne serê PKKê û bi milyonan
însanên pê ra, bajarên wan bi ser serê wan da bihedimîne jî dibê kes li dijî vê
zulma dewletê dernekve, dibê kes piştgiriyê nede PKKê, dibê meriv bihêle bira dewlet qira wan bîne.
Neyartiya PKKê zulma dewletê bi Kemal Burkay daye jibîrkirin.
Ji ber ku PKK tevgereke şaş e.
Ma ev îş e, ev gotn e!
Ma ev îş e, ev gotn e!
A ev meju, ev aqil xwe alternatîfê PKKê dibîne û dixwaze gel piştgiriya van dîtinên wî bike.
Kesê ji PKKê bêtir ne li dijî dewleta tirk be, ji kirinên PKKê bêtir êrîş û terora dewleta tirk ya ser gelê kurd rexne neke, ewê tu carî nebe hêz û alternatîfê PKKê.
Rast e PKKê bi xendekan şaşî kir, dibê meriv viya rexne jî bike, lê belê ev yek tu carî maf nade dewletê vê zulmê li gelê me bike û bajarên me wêrn bike. Plan û hedefa dewletê û Erdogan ji xendeka pir û pir weêdatir e, têkbirina tevgera kurd ya netewî ye.
Dîtina, fikra PKKê ji dewletê xerabtir bibîne, sebebê vê hovîtiya dewleta tirk bi xendekan ve PKKê ve girê bide ne dîtineke rast û netewî ye.
Burkay ji dewletê ra nabêje ey dewlet, ey Davutoglu, heger eynî xendek li Konyayê, li Gîresûnê, li Trabzonê û li Bursayê jî bahatana kolan, we yê ew bajaranan jî wek Cizîrê, Silopiyê û Diyarbekrê wêran bikirana, we yê li wan bajaran jî xelkê siwîl bi vê hovîtiyê bikuşta?
Li ser şaşiya belavoka akedemîsyenan jî Burkay wiha gotiye:
”Van dawiyan belavokek belav kirin. Gotin ”dewlet qetlîaman dike”. Lê belê viya nabêjin: PKK çi dike? PKKê çima ev şer xist nava bajaran? Çima gelê kurd xist nava şerekî wiha?”
Wek tê dîtin, ji ber ku akademîsîyenan PKK rexne nekiriye bi Kemal Burkay pir zor tê. Vê yekê wek neheqiyekê dibîne.
Tu dibêjî belkî xwedêjêrazî abûqatê dewletê ye.
Belavoka akademîsîyenan ne li ser kî çiqasî bi heq û neheq e, li ser terora dewletê ye, divê dewlet di şerê li hemberî PKKê da xelkê siwîl nekuje, bajaran wêran neke, xelkê bajarekî bi hefteyan di hunduran da hefs neke.
Tiştê dewlet li Kurdistanê dike zulm e, bêqanûnî ye. Akademîsîyenan ev kirinên dewletê rexne kirin û xwestin dewlet li kurdan vê zulmê neke, rîayetê qanûnên xwe bike.
Lê birêz Burka bi vê rexneya akademîsîyenan pir aciz bûye û lema jî wek berdevkên dewlet û hukûmetê belavoka wan rexne kiriye.
Bi dîtina min ev rexneya Burkay ya li belavoka akademîsîyenan bêtalihiyeke mezin e.
Li gorî Burkay gelê tirk aştîxwaz e, ne li dijî azadiya gelê kurd e, yên xerab û li dijî kurdan tenê siyasetmedar in. Lema jî Burkay gotiye:
”Sûcê gelê tirk tuneye. Berpirsiyar kesên îdarecî ne. Bawer bikin gelê tirk îro ne li dijî çareseriyê ye. Yên dibin asteng birêvebirin, siyasetmedar in. Ya ne gel aştiyê dixwaze.”
Ev îdîa ji serê heta dawî ne rast e, gelê tirk ji siyasetmedaran bêtir irqçî, faşîst û neyarê miletê kurd e û ji siyasetmedaran bêtir li dijî azadbûna kurda ye.
Ji xwe heger gelê tirk aştîxwaz bûya, ne li dijî azadbûna kurdan bûya siyasetmedaran nikanîbûn vê zulmê li kurdan bikin.
Li Tirkiyê kîjan serok zêde li dijî kurdan be, kîjan serok bibêje ezê kurdan qir bikim, ezê koka PKKê û HDPê beiqelînim gelê tirk ji wî hez dike, ew serok rayên xwe zêde dike.
Ma heger ne wisa be çima AKP û MHP ji sedî nêzî 70ê rayên tirkan digrin.
Belkî ji sedî 90ê tirkan naxwazin bibin cîranên kurdan. Yên ji ber axaftineke kurdî, ji ber straneke kurdî li vir û li wir kurdan lînc dikin gelê tirk e.
Lema jî îdîa gelê tirk bi kurdan ra aştiyê dixwaze, ne li djî mafê kurda ye îdîayeke bêbingeh e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar