Xew li min geriya, dikim nakim xewa min nayê.
Diyar e gava li welatê mervi şer û ceng be,
gava bajarên meriv di bin agirê topan da be,
xewa meriv nayê.
Xwe bi çep da bor dikim nabe,
xwe bi rast da bor dikim nabe,
geh li Sûrê difikirim,
geh li Silopiyê,
geh li Cizîra Keleha Mîrê Botan.
Geh diçim Nisêbîna rengîn,
geh diçim Şirnexa xemgîn,
geh silaveke fedyok didim Dêrika çiyayê Mazî ya dilbixwîn.
Girregirra kelişînkofan û dengê gurmîna topan ji guhê min dernakevin…
Û tiştek ji destê min nayê…
Ne kanim herim hawara gelê Cizîrê û ji wan ra bibim per û bask
û ne jî kanim leşker û polîsên îşxalkar ji welatê xwe derxim…
Xwe bi çep da bor dikim xewa min nayê,
xwe bi rast da bor dikim xewa min nayê…
Ez fêm nakim çima rojekê roj li me kurdan jî hilnayê ?
Û dikim nakim tiştek ji destê min nayê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar