Dewleta tirk nikanîbû bi zorê, bi terorê û bi tank û topên
xwe kurdan kedî bike. HDP bi rehetî, bi şîrînî, bi gotina nerm û xweş kurdan
pir baş kedî dike.
Bi dîmenên di medya sosyal da belav dibin mriv xemgîn dibe, lê tiştekî meriv bike jî tuneye.
Tenê meriv dikana biqehere û berra hundurê xwe bide. Dibê ev qonax jî were jiyin. Ev rê jî neyê ceribandin nabe. Bira hemû rê, altenatîf û kartên xwe biceribînin.
Tu dek û dolab, tu sihêrbazî û sextekarî nikane vê lîstikê zêde temendirêj bike. Lema jî ne hewce ye meriv têkeve panîkê.
Ez ne bêhêvî me, ez bawer dikim ev milet ewê rojekê vê siyaseta şaş, ya helandin û entegrekirina kurdan red bike û vegere ser xeta kurd û Kurditanê…

XXX
Tirk dibêjin ” yê rêberî wî qijik be pozê wî ji gû dernayê”.
Yê me jî heta rêberên me çepên tirk bin em nabin kurd û Kurdistanî. Ji dêlî ala
kurd ve emê ala tirk hildin. Ev, fêkiyên siyasetekê ye. Ev nîna ye, tirnîna hîn
li dû ye…
Lê tişt nabe, ev jî ewê derbas be, bîna xwe teng nekin, azadiya kurdan hinekî zahmet e lê ewê were…

Weleh sûcê min e...
Ji zûda bû baran nedibarî. Meleyê gund gundî dan pê xwe û derketin dua baranê. Dema ji nav erdan derbas bûn sofî li ber erdê xwe sekinî û di dilê xwe da got, ya Rebî ev erd yê vî feqîrî ye, rahme xwe ji ser min jî kêm neke.
Bi şev baraneke bi zirp dayê. Roja din gava sofî çû ser erdê xwe bavo çi bibîne, erd di bin avê da maye, her der bûye gol. Bû ax û ofa wî got:
-Weleh ne sûcê te ye, sûcê min e. Çima ezê erdê xwe nîşanî te bidim, çima tu yê wiha bikî !

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar