03 mars 2015

Blog neynika hestên meriv e

Emer Faruk Baran, li ser blogeriya min bi min ra hevpeyvînek kir. Hevpeyvîn îro di bloga xwe da weşand. Ji bo ku haya xwendevanên min jî ji hevpeyvînê çê bibe, ez him hevpeyvînê û him jî lînka bloga Emer Faruk Baran li jêr bi we xwendevanên hêja ra parve dikim. Bi hêviya kêfa we jê ra were.



O.F. Baran: Blogerên bi sebir pir hindik in. Cenabê te heşt sal in li ser blogê ye. Bi meraqeke klasîk î klîşe ez nabêm te çawa dest bi blogê kir, bes te çawa heta niha blog neterikand?

-Dewleta tirk welatê min îşxal kiriye û zulm û bobelatên mezin anîye serê miletê min. Vê dewletê gû bi kurdan daye xwarin.
Ez ji ber zulma wê reviyam û mahcir bûm. Bi kinî di hundurê min da li hemberî vê dewletê kîn û nefreteke mezn heye. Micadela bi gotinê be jî ez naxwazim rojekê jî li hemberî vê zulmê bêdeng bimînim.
Welhasil ji sebebên ku min heta nuha blog neterikand yek jê ev hêrs û  kerba dilê min ya li hemberî dewleta tirk e.
Sebebekî din jî, hezkirina min a ji kurdî ra ye. Li hemberî kurdî evîneke min ya platonîk heye. Ez rojekê jî bi kurdî nepeyivim, nenivîsim nexwînim ez nexweş im, di jiyana xwe da valahiyekê his dikim.
Belkî tesîr û roleke surgûniyê û xerîbiyê jî heye. Bi riya blogê, bi nivîsîna kurdî ez bêrîkirina xwe ya Kurdistanê kêm û dilê xwe jî aş dikim.

O.F. Baran: Di van heşt salan de heta kêlîya vê pirse te 2722 nivîs li blogê bar kirine. Li gor blogên derûdor û cîranan ewqas nivîs pir pir in an pir hindik?

-Li gorî kurdan pir û pir e, lê li gorî xelkê, ewrûpiyan ne zêde ye, heta kêm e. Ez tu carî kar û xebatên xwe bi hirina kurdan napîvim. Gelek blogerên swêdî 300-500 hezar taqîbciyên wan hene, rojê 150 hezar kes blogên wan ziyaret dikin. Û nifûsa Swêd jî 10 milyon e.
O.F.Baran: Nivîskarên zimanê me ne lê nivîskarên zimanên din ku dibin bloggereke/î bi nav û deng nivîsên blogan dikin kitêb çap dikin. Di hişên te re jî tiştekî wanî qet derbas bû?

-Belê, nêta min heye. Di dawiya vê salê da ezê teqawit bibim. Nêta min ew e ku ez nivîsên xwe yên berê di hin kovar, rojname û malperan da belav bûne û nivîsên xwe yên blogê topî ser hev bikim û li bêjingê xim, zîwanê, pûş û pelaş, hûrik, ifarê jê bigrim û tiştê mayî yên serbêjing jî di çend cildan da biweşînim.
Lê helbet hertim hesabê malê û bajêr li hev dernayê. Îcar ezê kanibim weşanxaneyekê bibînim ya na ez wiha nizanim. Lê di serê min da ev fikir û di dilê min da jî ev daxwaz heye.

O.F.Baran: Bi xêra vê blogê çi bi dest te ket û ji ber vê blogê çi afat bi serê te de hatin?

-Weleh bi xêra vê blogê him gelek xêr bi serê min ket û him jî gelek kevir û kuçik li min barîn. Bi xêra blogê min ji xwe ra bi hezaran dost û dijmin çêkirin.
Heger ne blog bûya, ne nav û dengê min û ne jî nivîsên min hewqas belav dibûn. Û ne jî hewqas hezkir û xêrnezazên min çêdibûn. Û ez jî nedibûm Zinarê îro.
Erê berî blogê jî, ji salên 1980î virda ye ez dinivîsim, tecrûbeyeke min ya nivîsê ya qismî hebû. Lê blogê û bi taybetî jî facebookê ez gelkî bi pêş xistim, ez efektîvtir kirim. Tecrûbeyeke mezin da min, ji bo min bû mektebeke bêemsal.
Ne blog bûya min 2722 nivîs nedinivîsand û belkî jî min dev ji nîvîsandinê jî berdabû. Blog bû sebeb û wasiteya ku ez dev ji nivîsînê bernedim.
Ya din jî bi xêra blogê min gelek însanên nuh nas kirin. Mesela, heger ne blog ba min tu nasnedikir û te îro ev hevpeyvîn bi min ra çênedikir.
Dîsa bi saya blogê min mistewa û kalîteya gelek însanan jî nas kir û fêr bûm. Min dît kî şalûz e û kî camêr e, kî rastgot ye, kî mirîd û şelaf e. Ji bo min ev yek jî bû zanîneke pir hêja û xweş.
Lê wek min got, bi blogê û face min, hin dost û hevalên xwe jî wenda kirin, ya rast me hevûdu baştir nas kir…

O.F.Baran: Her nivîskar vedigere yek caran li nivîsên xwe yên berê dinêre. Nivîsên te yên li ser siyasetê zêde ne û tiştên siyasî her ro her saet diguherin. Ji bo hinek nivîsên te yên berê carna poşmanî çêdibe bi te re?

-Na, heger minasebetek, minaqeşeyek nebe ez qet li nivîsên xwe yên kevn nanêrim. Ji xwe ji bo karekî wiha wexta min jî tuneye. Nivîsên min rojane bin jî, xeta min, dîtinên min ne rojane ne, temendirêj in, wek bedena Amdê saxlem in, zû bi zû pûç nabin.

O.F. Baran: Hinek nivîskar nivîsên elektronîk wek nivîsên nivîskaran qebûl nakin. Yanî li gor wan ev ewqas nivîsên te yên li ser blogê ji ber ku ne li ser kovar û kitêban in ne nivîsên nivîs in. Tu wek bloggerekî li ser nivîsên elektronîk çi dibêjî?

-Ez ne di wê baweriyê dame. Bi kêmanî ji bo nivîsên xwe ez dikanim viya bibêjim. Zêr li her derê zêr e, dixwaze bira ji alî zîvkir ya jî li mazatê ya jî ji teref delalekî ve were firotin. Ferq nake. Yanî cî û mekan zêr nake paqir.
Hin şaşiyên rastnivîsê (ji ber kêmbûna wextê)ne têda, lê min di kovarekê da jî binivîsiya minê eynî nivîs binivîsiya. Nivîsên min yên di kovarekê da ewê ji van nivîsan blogê zêde ne bi kalîtetir bûna.
Çimkî tu nivîseke min ne leqleqe vala ye. Hemû nivîsên min pir hindik ji xwendevanan ra tiştekî dibêje, dide fikirandin, dide kenandin, diqeherîne, xemgîn dike, siyasetekê rexne dike.
Bi kurtî hestekî bi xwendevan ra peyda dike. Lê herî zêde jî kurdayetiyê tîne bîra xwendevan û dijminê wî bi bîrê dixe.
Kê bloga min taqîb kiribe bêtir bûye kurd, şiûrê kurdayetiyê pê ra xurttir bûye, bêtir bûye neyarê dewleta tirk. Û pê ra jî pir hindik fêrî kurdî bûye, kurdiya xwe bi pêş xistiye. Evîna zimanê kurdî li ba wî/wê zêde û xurt bûye.
Di van 8 salan da bi sedan, belkî jî bi hezaran kesî di bloga min da cara pêşî kurdî nivîsîne û mecbûrî nivîsa bi kurdî bûne.
Loma jî ji bo nivîsên xwe ez wê îdîayê zêde rast nabînim…

O.F.Baran: Nexweşîyek e bi herkesî re heye. Bo ku derman be dipirsim: Eger Zinarê Xamo ji şûna ‘’blog’’ û ‘’blogger’’ê du peyvên kurmancî çêbike wê ji çi re bêje çi?

-Ez peyvan tu carî çênakim û yên çêkirî, yên nekevin serê min jî zû bi zû bi kar naynim.
Kurmanciya min ne xerab e û hemû xwendavanên min jî ji kurmanciya min razî ne. Heta nuha gelek kesan pesnê zimanê min jî dane.
Çimkî ez zimanekî naylon, çêkirî bi kar naynim. Zimanê min, zimanê gel e, yê rojane ye. Herkes ji zimanê min fêm dike. Gundî, bajarî, kal, pîr, xwendevan û nivîskar herkes fêm dike. Çimkî zimanê min di mistewa herkesî da ye. Ez zimanê ”akademîk” nizanim. Çimkî ez ne merivekî akademisyen im.
Çêkirina peyvan karê lenguîstan e, kesên zimanzan dibê tiştên wiha bikin. Çimkî yê me wek xelkê hîn dezgeheke me ya zimên ya netewî tuneye. Dimîne şexs, ew jî dibê kesên zimanzan bin. Ez xwe di wê katagoriyê da nabînim.
Belavkirina şaşiyekê pir rehet e, lê rastkirina wê pir zor e. Loma jî ez tu carî gotinan çênakim. Heger bi kurdî neyê bîra min, tirkî ne têda, gotineke biyanî bikar tînim. Ji ber ku naxwazim wek şexs bibim sebebê belavkirina şaşiyan.
Loma jî Zinarê Xamo jî ewê ji blogê ra bigota ”blog” û ji bloger ra jî bigota ”bloger.”

O.F.Baran: Spas, ka şîretekê li min û bloga min jî bike, û xelas.



-Sebir, îstîkrar û xwenuhkirin. Ev tunebe blog najî.
Blog rajnameyeke şexsî ye, platformeke azad e, neynika hestên meriv e. Blog mala meriv mala meriv e, meriv xwe lê rehet, serbest û azad his dike. Loma jî meriv naxweze tu carî dev jê berde…
Ji bo ku ez hatim bîra te û piştî 8 sal xebat te ev pirs ji min kirin mala te ava be. Ez kêfxweş bûm…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE