Tirkiye bi gelek tiştên xwe,
bi gelek aliyên xwe ve welatekî anormal e, civateke ne bi sihet e, naşibe tu
welatekî Ewrûpa.
Li Tirkiyê merivên dîndar li
djî kesên ataîst, komunîst, çep, lîberal û sosyal demokrat in.
Esas bêyî xwe, bêyî dîndarên wek xwe, ya jî bêyî kesên nêzî xwe li dijî herkesî ne, dijminê her dînî, her fikrê û her îdeolojiyê ne.
Bêyî kesên wek xwe nikanin
bi însanên din ra, bi însanên ji fikir û baweriyên din ra dostaniyê, hevaltiyê
bikin, bi wan ra rabin û rûnin. Ji bo têkiliyênê însanî, dostî û havaltiyê dibê
însan ya wek wan bifikire ya jî îtîrazî fikirê wan, baweriya neke.
Çimkî hurmet û tehamula wan
ji tu bawerî, fikir û dînekî din ra tuneye. Ew tenê rast in, bêyî fikir û
baweriya wan hemû bikir û bawerî şaş in, pîs in.
Lê Swêd ne wiha ye, li Swêd
dîndar qet wiha nafikirin. Li Swêd ji xwe tu însan, tu partî û tevger wiha
nafikire.
Carê kes îşê xwe ji dînê hev
û ji baweriya hev nayne. Li Swêd kesên em bibêjin dîndar û partiya wan bêyî
rasîstan bi hemû partiyên din ra, bi însanên ji fikir û baweriyên cuda ra tu
gelşeke wan, tu neyartiyeke wan tuneye.
Kesên dîndar dikanin bi
herkesî ra bidin û bistînin, bi hev ra rabin û rûnin û hevaltiyê bikin. Kes îşê
xwe ji baweriya kesî, ji dînê kesî, ji fikrê kesî zêde nayne.
Gava were rojevê jî însan bi
rengekî medenî fikrê xwe dibêje. Ji bo însan dînekî din dihebîne, fikreke din
diparêze kes serê kesî jênake.
Dîndar ji yê nedîndar ra
nabêje tu çima ji Xwedê bawer nakî?
Yê diçe dêrê ji yê nebawermend ra nabêje tu çima naçî dêrê ya jî tu çima diçî
mizgeftê?
Kes ne pirsên wiha ji hev dike û ne jî ji ber ferqiyetên dînî, fikrî û siyasî
neyartiyê bi hev ra dike.
Lê li Tirkiyê ji bo yekî dîndar, yekî îslamîst MHP û faşîst qet ne problem e,
bi wan ra dikane têkiliyê deyne û bibin dost.
Lê eynî dîndar bi çavê dijmin, bi çavê neyarekî dibê ji ortê were rakirin li
yekî nebawermend, li yekî çep, komunîst, ataîst, sosyaldemokrat û liberal
dinêre. Li gorî dîndarekî tirk, însanên çep, nebawermend, lîberal însanên xerab
in û ji riya Xwedê da ketine.
Qismek dîndarên kurd jî wiha ne. Mesela yekî Huda-Parê di jiyana rojane da
nikane bi kurdekî ataîst ra, bi kurdekî çep ra rabû û rune, pê ra dostiyê û
hevaltiyê bike.
Dîndarekî temam ji bo ku bi yekî ra hevaltiyê bike, dibê ew kes ya wek wî
bifikire ya jî ne li dijî fikir û baweriya wî be.
Dîndarê swêdî, ataîst, çepê û lîberalê swêdî wiha nafikire, kes îşê xwe ji
fikir û baweriya kesî nayne.
Roja hilbijartinê herkes bi rengekî medenî dice raya xwe dide û vedigere mala
xwe. Ji bo ku ne ji partiay wî ye, wek wî ne dîndar e ya jî ne çep e ne kes li
kesî dixe û ne jî xwe jê dixeyidîne.
Dîndar jî, çep jî û lîberal û muhafazakar jî tenê xwe ji rasîstan dûr
dixin, bi rasîstan û partiya wan ra nadin û nastînin.
Yanî bêyî bi hêzên rasîst ra di nabêna tu hêzê, fikirê û îdeolojiyê da
neyartiyeke wek ya Tirkiyê û Kurdistanê tuneye.
Lê li Tirkiyê û li Kurdistanê dîndarên temam neyarên hemû partiyan in, hemû
fikir û îdeolojiyên din neyarên xwe dibînin. Kes nikane bêyî heval û kesên ji
fikrên xwe, bi kesên din ra têkeve nava têkiliyeke însanî û sosyal.
Dibê tu dîn, tu bawerî, tu îdeolojî û tu siyaset însanan, ferdên yek miletî
hewqasî neke neyarên hev, bi hev nede kuştin. Heger dike wê demê di wî dînî, di
wê baweriyê da, di wê îdeolojiyê û di wê siyasetê da şaşiyek heye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar