01 december 2014

Weleh sibe dîsa rêwî me

Weleh ruyê min nagre ji we ra bibêjim lê veşartin jî ne rast e, dibê ez rastiyê ji we ra bibêjim. Sibe bi hevalên kar ra em dîsa diherin konferanseke du rojan.
Emê îcar jî herin bajarê Trosa. Carê em diçin derekê, bajarekî.
Hûn dizanin hertim eynî der nabe, dibê hercarê bajarekî cihê, hawirdoreke cihê, xwezayeke cihê be.
Swêdî mirovên pir biaqilin û dizanin xweş bijîn. Helbet wek me tirk, ereb û farisên wan jî tune ne.
Tirk, faris û ereban li vê dinyayê kêf li me heram kirine, ji dilê meriv nayê meriv carnan xweşikî kêfekê bike.
Li gorî dibêjin Trosa bajarekî biçûk, şîrîn û dîrokî ye. Bi taybetî jî buhar û havînan bajarekî turîstan yê pir populer e.
Min bi xwe hîn nedîtiye, xêra kar û swêdiyan ezê sibe bibînim û du rojan lê bigerim.
Lê kêfa min jî herewere salek ma ye, taliya sala bê teqawit(xanenişîn)dibim û ji îmkanên wiha mahrûm dimînim.
Otêla emê lê bimînin jî(Stasthotel û Spa) di nava bajêr da ye û têra xwe asortîk e.  Heta bi bigihîje ”Spa” yanî germav, himam, bastû, tevdan û mizdan jî giş têda heye…
Yanî nav kar e û emê carnan bikin leqleq jî, di ber ra jî emê tam wek turîstan bijîn.
Mala swêdiyan ava be, bi navê konferansê, hevdunasînê, germkirin û xweşkirina têkiliyên însanî salê sê, çar caran kêfê bi me didin kirin.
Lê mesrefa me birîna kêçê ye, wek tu kevçiyek av ji deryayê bigrî.
Tiştê ez li ber dikevim dûrketina ji we ye, du rojan ezê ji we dûr bikevim û nikanibim tiştekî binivîsim.
De heta şeva îniyê bi xatirê we…

XXX
Min tu carî bi xwe ra, bi bawerî û fikirên xwe ra îxanet nekir. Û loma jî ez ji kesên bi xwe ra, bi bawerî û fikrên xwe ra îxanet kirine nefret dikim.

XXX
Xwedê kir ku kêfa herkesî ji min ra nayê. Xwedê kir ku dijmin, xêrnexwaz û dilnexwazên min bi kêmanî bi qasî dost, xêrxwaz û dilxwazên min hene û belkî ji wan jî zêdetir in. Ne xwe minê xwe tu jahr jî nehesibanda.

XXX
Bawer bikin em kurd jî emê rojên xweş bibînin. Belkî ne sibe be, belkî ne dusibe be, lê rojekê miheqeq emê bibînin. Ji berku destê xebitî tim li ser zikê têr e, xwediyê kedê bêberhem namîne.



XXX
Nizanim çima û çi bi min hatiye? Lê hema îşev optîmîzmekê ez serapê rapêça me û Kurdistanê di dilê xwe da ava dikim.
Îtîraz nekin, xweşbînî ji reşbîniyê, hêvî ji bêhêvîtiyê baştir e.
Heger ne ev bawerî û xweşbînî bûya ma kurdan çawa diwêrîbûn rahîştana darê tivinga xwe û li hemberî sê dewletan û du milyon leşker serî hildana?
Meriv dibe heyranê vê mêraniya bêperwa û bêsînor ...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE