31 december 2014

Xwendin û nivîskarî

Dibêjin nivîskar ji nivîskaran, kitêb ji kitêban derdikve. Gotineke pir rast e, bala me dikşîne ser girîngiya xwendinê. Dibêje bêyî xwendin, bêyî zanîn meriv nabe nivîskar û xuliqandina edebiyateke bedew jî ne mimkûn e.
Civatên xwendin lê kêm be nivîskarên mezin jî jê dernakevin. Sebebê kêmbûna nivîskarên kurmancî ev e, kurd pir kêm dixwînin. Û yên dixwînin jî piranî bi zimanekî din dixwînin.

Meriv bi kîjan zimanî bixwîne dikane bibe nivîskarê wî zimanî. Xwendina bi zimenekî meriv nake nivîskarê zimanekî din. Heger bike jî nake nivîskarekî baş e.

Sala we ya nuh ya 2015a pîroz be!

Gelî dost û hevalên ezîz, piştî çend saetên din em saleke pir bi êş, bi xwîn û mişt liberxwedan li pey xwe dihêlin û derbasî saleke nuh, sala 2015a dibin.
Ez hêvî dikim di sala 2015a da êşa me kêm û tifaqa me xurt bibe, em ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.

30 december 2014

Dîndar ketine dewsa leşkerên do

Generalê teqawit Aytaç Yalman yê demekê(1990-2004) mejuyê artêşê û di nava dewletê da xwedî giraniyeke mezin bû, di kitêba xwe da hebûna kurdan û dana mafên wan yên kulturî diparêze û dibêje, ”gava dewleta tirk ava bû hewil da gelên li Enedoliyê dijîn bi tirk e. 

29 december 2014

Li ba kurdan şert û krîterên qalkirina berhemekê çi ne?

Çapa duyem ya kitêba min bi navê ”Hebû Tunebû, Antolojiya çîrokên zarokan”, îsal di meha gulanê da di nava weşanên weşanxana Rûpelê da derket.

Çapa antolojiyê ya yekem di sala 2008a da li Stockholmê ji alî weşanxaneya Apecê ve hatibû weşandin.

Di çapa yekem da 125 çîrok hebûn û kitêb 353 rûpel bûn. Di çapa duyem da 147 çîrok (xemîşok, mesele) hene û kitêb 410 rûpel in.

Bela sebeb negotine kurmê şîrî heta pîrî

Ajansa ANF dev ji pîşikê xwe yê hertim, ji propagandeya komunîstên tirk bernade. Yanî kurmê şîrî heta pîrî. 
ANFê îro dîsa hevpeyvînek xwedêgiravî li Şengalê bi şervanekî MLKPê (yanî Partiya Maksîst Lenînîst) yê bi navê Yilmaz Ozgur ra kiriye.
Ozgur gotiye heta Şengal rizgar bibe ewê di refên pêşî da şer bikin û ewê ”tu hêzên paşverû nikanibin wan ji wr dûr bixin.”

28 december 2014

Sebebê qetla me bêdewletbûna me ye

Îro ji bo me hemû kurdan rojeke reş e, sêemîn salvegera qetlîama Roboskê ye.

Îro em wek milet xemgîn in. Ji ber ku ev sê sal in qatilên 34 zarokên me hîn nehatine girtin û ceza nebûne. 

Û wek min di nivîsa xwe ya do da jî got, heta ku AKP li ser hukum be, heta ku Erdogan serokkomar be qatil ewê neyên girtin. 

Ji qetlîama Roboskî hîn xwîn diherike

Sibe sêemîn salvegera qetlîama Roboskî ye
Di 28ê qanûna pêşî ya sala 2011a da balafirên Tirkiyê yên şer li Roboskî 34 zarokên kurd qetil kirin. 

Di ser qetlîamê ra 3 sal derbas bûn lê hîn jî ne kesên emrê vê qetlîamê dan û ne jî kesên ev zarok bi balafirên şer bombebaran kirin hatine girtin û dadgehkirin. 

27 december 2014

Him mîtoman e û him jî megaloman e

Erdogan Dîsa ji xayib, ji pesn peyivîye, gotiye:
”Binêrin, ez ji vir ji hemû dinyayê ra pir vekirî dibêjim, li tu dereke dinyayê medya bi qasî li Tirkiyê ne azad e. Gava ez viya dibêjim ez ji xwe bawer im…”
Yaho tuxtorên qesra serokkomariyê li ku ne, ma radikvin!
Camêr nexweş e haya kesî jê tuneye…
Bi Xwedê mitomanê dinyayê yê herî mezin jî li hemberî efendî nikane devê xwe veke.

26 december 2014

Hestên piştî gerekê/seyranekê

Li Stockholma xopan bi derengî be jî sar û sermayê dest pê kir, derve çar derece di binê sifirê da sar e, berfeke zêde tuneye lê belekiyên berfê erd spî kiriye.
Ez û xanim ji gerra îro nuh hatin, em li der û dora golê zêdeyî saetekê geriyan. Zêde kes li derve tunebû. Xwarin û vexwarinên Julê (Noelê)milet ji pertav da xistiye.
Xanimê xwe baş pêça bû, qapûtê wê bi kum bû û lepikê wê jî bi astar. Loma jî sermayê zêde li hukim nedikir.

Beyanên berpirsiyarên PKKê beyanên bêtalih in

Serokwezîrê Îraqê Abadî ji do da ye li Tirkiyê ye. Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe û Îraqê yên di dema Malikî da zeîf bûbûn ji nuh ve xurt bike û li hemberî kurdan û PKKê bi Îraqê ra siyaseteke mişterek bimeşîne.

Serokwwzîrê Tirkiyê Davutoglu û Abadî do bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkirin.

25 december 2014

Serpêhatiya du kewan

Dibêjin di wext û zemanekî da nêçîrvanekî du kew girtin û xistin qefesekê. Û rojê çend caran av û qûtên(êmên) cûr be cûr da ber wan. Herdu kewan demekê tiştek naxwirin û venexwarin, li ber xwe dan.

Lê piştî demekê yekê dev ji liberxwedanê berda  û dest bi xwarinê kir. 
Nêçîrvan di qût(êm) da qet texsîr nedikir, her roj qûtên (êm, xwarin) xweş û babet babet dide ber wan. Qût(êm) bi rastî jî xweş bûn û kewê jî  dixwar û dixwar.

Dîndarên xwe davêjin dexlê edelata "kafiran" !

Li gorî medya tirk dinivîse keça Necmeddîn Erbekan ya mezin Zeynep Erbekan li Emerîkayê bicî bûye.
Xanim naçe li welatekî misilman, mesela li Îranê, li Erebîstana Suûdî, li Kuwêtê, li Pakîstanê ya jî li Umanê yanî li welatekî misilman bicî nabe. 

23 december 2014

Ez bi zor xwe radigirim !

Min nuha di telewîzyona Swêd da li xebera li ser jinên kurd yên li Şengalê ji alî bêşerefên erebên Daîşê ve hatine revindin guhdarî kir.
Tiştê ereban û  bêşerefên Daîşê li Şengalê li hemberî miletê kurd kirin sûcekî pir û pir giran e û ebeden nayê jibîrkirin û efûkirin.

Di dîroka me da gelek zulm û neheqî li me hatiye kirin, em gelek caran marûzî koçberiyan û qetlîaman bûne. 

Weleh ev ne tu aqil e

Dema tu li medya PKKê temaşe dike tu dibêjî belkî dehhezar pêşmerge bi çekên giran ne di nava şer da ne, balafirên mitefikan qet li Daîşê nadin, yên şer dikin tenê gerîla ne, Şengal ji alî gerîlayên PYDê, HPGê û PYJê tenê ve hate rizgarkirin û ew tenê li wir şer dikin.
Heger carnan ji mecbûrî bi gotinkê qala pêşmergeyan bikin jî, ew jî pêşmerge tim piştî ku şer diqede yanî dawiya şer tê.

22 december 2014

Erdogan piştî 12 salan bi diziya hevalên xwe hesiya

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di axaftina xwe ya Zanîngeha Gebze ya Teknîkê da hin bêqanûnî, sextekarî û diziyên Cimata Gulen fena ku nuh pê hesiyabe, fena ku nuh zanibe deşîfre kiriye û gotiye:
”Bi perê milet xwendin, bi pereyên di bin navê hîmmetê(alîkariyê) da top kirin xwendin, bi diziya pirsan ketin hin muesese û dezgehên dewletê…”
Fena ku Erdogan piştî 12 salan bi diziya hevalên xwe hesiyabe dipeyive. Diyar e Erdogan xelkê zarok dihesibîne...

21 december 2014

Hin kes dev ji fesadiya nabêna PKKê û PDKê bernadin

Di medyaya kurdî da hin kesan provakotorî, fesadî û gelaciya nabêna hin grûbên kurd û bi taybetî jî fesadiya nabêna PKKê û PDKê da ji xwe ra kirine sinet û karekî esasî.

Ji ber ku gerîlayên YPGê û HPGê beşdarî rizgarkirina Şengalê bûne hin kes pê pir nerehet bûne. Loma jî dixwazin vê beşdariya gerîlayên YPGê û HPGê derew derxin. Û heger ew jî ne mimkûn be sivik bikin, wek tiştekî bêqîmet nîşan bidin…

Erdogan dîsa got em qebûl nakin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf



Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, li hemberî kurdên Kurdistana rojava careke din neyartiya xwe anî zimên û azadbûna kurdan ji bo Tirkiyê wek ”tehdît” bi nav kir.
Erdogan got, ” Bi riya yekkirina hersê kantonan dikanin statuyeke nuh ava bikin. Ev ji bo welatê min gelş û gefek, tehdîdeke. Em nikanin viya nebînin…”
Mêrik pir vekirî dibêje, dibê li Sûriyê kurd ji bindestiyê dernekevin, azadbûna kurdan, bidestxistina statueyekê ji Tirkiyê tehdît e û em qebûl nakin kurd bibin xwedî maf.
Dijminatiyeke ji viya mezintir nabe…
Kesê li welatekî din azadî û statuyeke kurdan li hemberî xwe tehdît bibîne, qebûl neke ku kurd li welatekî din jî bibin xwedî maf û desthilat ne mimkûn e li welatê xwe mafê kurdan bide û qebûl bike kurd bibin desthilat! Ev ne mimkûn e.
Heger bi rastî jî nête Erdogan û çareserkirina mesela kurd hebûya hwqasî neyartiya kurdên Kurdistana rojava nedikir û nedigot xwedîstatubûna wan, yekîtiya kantonan ji bo Tirkiyê tehdît e.
Hema ev beyana Erdogan tenê nîşan dide ku ew li Tirkiyê tu mafekî qanûnî nade kurdan, tu nêteke wî ya wiha tuneye.
Têkiliyên bi Ocalan ra ji bo xapandinê û qezenckirina wextê ye. Dixwazin bi taktîk û manawrayên wiha careke din rayên kurdan bigrin û vê hilbijartina pêş me jî bi selametî derbas bikin. Dû ra jî ewê bi bahaneyekê dawî bidin hevdîtinên xapandinê û her kesê here mala xwe.
Loma jî dibê meriv van gotinên Erdogan yên derbarê Kurdistana rojava da pir cidî bigre û bi gotin û sozên vala nexape.



XXX
Bi razgarkirina Şengalê pêşmergeyan hemû kurd pir dilşad kirin û "julklapek", diyariyeke Noelê ya herî giranbuha jî dan Emerîka û ewrûpiyan jî.

20 december 2014

Êdî dor hatiye rizgarkirina Kurdistanê

Li gorî xeberên ji nava şer tên pêşmerge, HPG, YJA yanî egîd û şervanên kurdan bi hev ra li başûr gav bi gav gund û bajarên di bin îşxala Daîşê da bûn rizgar dikin û nêzî rizgarkirina Şengalê dibin. 
Ez wer bawer dikim di çend rojên pêşda Şengal jî ewê bi temamî ji qatil û çeteyên Daîşê were paqijkirin û hemû axa Kurdistanê ewê têkeve bin destê kurdan.

Cemîl Bayik: Emerîka mitefikê me ye

Serokê KCKê Cemîl Bayik, di beyana xwe ya rojnameya alman Die Zeitê da di warê siyasî da hin tiştên pir muhîm gotione.
Bayik, derbarê hevkariya Tirkiyê û Daîşê da gotiye, ”Xelîfeyê Daîşê ne El Bexdadî ye, Erdoga e….”
Heger ne ”xelîfe be jî bi baweriya min jî heval û aqilmendê El Bexdadî û Daîşê yê herî nêz û herî mezin e.

Jo Biden: Hûn hêviya hemû cîhana azad in

Cîgirî serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)Joe Biden, bi telefonê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ra peyivî û got:
“Li hemberî terorê hûn hêviya hemû cîhana azad in û ji ber vê yekê jî alîkariya koalîsyona navnetewî ewê berdewam be.”
Biden, herwisa ji ber şer û serketinên hêzên pêşmerge li hemberî Daîşê jî spasiya xwe aniye zimên û gotiye alîkariya Emerîka ya bi Kurdistanê ra ewê berdewam be.

18 december 2014

Neheq zû dereng bela xwe dibîne

Ez dixwazim îşev jî bi çîrokeke Harûn Reşîd dest bi nivîsa xwe bikim. Çîrokên Harûn Reşîd him pi xweş in û him jî mişt mane û ders in.
Dibêjin Xelîfe Harûn Reşîd ji guleke baxçeyê xwe gelkî hez dikir. Baş temî li baxçevanê xwe kiribû ku ew wek roniya çavên xwe li wê gulê miqate be.

Çima hin kurdên dîndar dibin neyarên qewmê xwe?

Wezîrê Diyanetê yê herêma Kurdistanê Kemal Muslim, ji telewîzyona Rûdawê ra gotiye 48 karmendên wezareta wan tevî DAIŞê bûne.
Meriv naxwaze bawer bike lê çi heyf ku rast e. Îslamiyetê qismekî zarokên me kiriye neyarên qewmê xwe.
Dîndarên tirk, faris û ereb ne bes bûn, yên kurd jî lê zêde bûn, wan jî rahîştine çekên xwe û dest bi şerê li dijî kurdan kirine.
Tu dibêjî qey ev dînê îslamê li hemberî me kurdan çê bûye, ji bo ku me bindest bihêle, ji bo ku me bi çete û qatilên îslamîst û zarokên me bide kuştin çê bûye. Îdeolojiya îslamî zarokên me kirine neyar û qatilên qewmê xwe, qatilên dê û bavên xwe.
Tiştekî dûrî aqilan e, meriv nikane bawer bike….
Bêyî dîndarên kurdan tu kes li dijî qewmê xwe şer nake, tenê îslamîstên kurd rahîştine çekên xwe bi ereb û tirkan ra gelê xwe qetil dikin, serê birayên xwe jê dikin, bi çeteyên biyanî ra tecawizî xwişk û dayikên xwe dikin. Bi neyarên xwe gelê xwe mecbûrî bindestiyê û koçberiyê dikin, dibêjin gerek hûn wek tirk, ereb û farisan azad nebin, nebin xwedî dewlet.
Çima hin kurdên dîndar dibin neyar û qatilên qewmê xwe? Dibê meriv li ser vê gelşê bifikire û serê xwe pê ra biêşîne. Dibê siyasetmedar, alimên dînî, sosyolog û psîkolog bersîva vê pirsê bidin.

XXX
Dema totik vala be netîce zilamtiya xelkê ye
Kurdên Kurdistana bakur pir rehet ji xelkê bawer dikin, pir rehet dibin murîdên îdeolojiyên biyanî û merivên xelkê. Pir rehet xwe ji bo xelkê dirûçikînin, pir rehet ji bo xelkê digrîn û li serê xwe dixin.
Pir rehet ji xelkê bawer dikin. Ji ber ku bêşiûr in, ji ber ku ji dîroka xwe bêpar in. Ji ber ku hestên wan yê netewî zeîf e. Loma jî zû û rehet dikevin bin tesîra xelkê.
Tirkek, erebek, fariske tu carî wek kurdekî rehet nakeve bin tesîra fikrekî, îdeolojiyekê, wek kurdekî rehet nabe meriv û şûrkêşê xelkê. Lê kurd dibin.
Ji ber ku totik vala ye, loma jî kî çi têxê, kî çi bidê tavilê qebûl dike û dikeve bin tesîra wî. Çimkî serî wek tûrê vala ye, kî çi têxê wiya dixwe…
Loma jî bi rehetî dibin piştgir û hevalên filistîniyan, îslamîstan, rast û çepan. Loma jî pir bi rehetî dibin propagandîstên ermeniyan, asûrî û suryaniyan. Welhasil bi rehetî dibin merivên her kesî, lê pir kêm dibin merivên qewmê xwe û doza xwe.



XXX
Rejîma melayên Îranê bi rengekî bênabên kurdan qetil dike, roj tuneye ku 2-3 kurdî îdam nekin. Di zindanên Îranê da 45 kurd di bin tahlûkeya îdamê na. Heger kurd û dinya reaksiyoneke xurt nîşan nedin melayên xwînxawar û faşîst ewê wan jî îdam bike.
Dibê gelê kurd li herderê vê barbariya Komara Îslamî şermezar bike ü azadiya hemû girtiyên kurd bixwaze.
Li alî din dibê hukûmeta Kurdistanê jî ji bo azadkirina hemû kurdên di zindanên Îranê da bixebete û çi ji destan tê bi lez bike.
Bimbre Komara Îslamî, rejîma qatil û xwînxwar!
Bijî azadî û serxwebûna Kurdistanê!
Bijî têkoşîna miletê kurd ya li dijî rejîma melayên faşîst….

17 december 2014

Sûcdarên qetlîama eremeniya ne kurd in, dewleta tirk e


Serokê belediya bajarê Mêrdînê Ahmet Turk li Stockholmê di konferansekê da li ser qetlîama 1915a ya ermeniyan peyivîye û ji ermeniyan, asûrî-suryaniyan li ser navê ”bav û kalên” xwe lêborîn xwestiye, gotiye hin eşîrên kurd jî di qetlîama ermeniyan da hatin bikaranîn.

Ahmet turk ev ne cara pêşî ye ji ermenî, asurî û suryaniyan lêborînê dixwaze. Berê jî çend caran eynî tişt dubare kiriye.

Yaho ev dil jî qet pîr nabe...

Yaho bi rastî jî dil cara kal nabe. Ne guh dide pişta qulûzî û ne jî por û riya spî, wek xortekî 20 salî tim dilbijok û çavbirçî ye. Yanî pir bêar e...
Xwedê kir ku aqil nahêle zêde bi pêşda here û di nava xelk û alemê da xwe bike pêkenîn. Efendî eynî wek salên xortaniyê viya û wiya dixwaze, dixwaze viya û wiya bike, lê ez guh nadimê û jê ra dibêjim, ”dema heliz borî ez benî…”

16 december 2014

Em bi qasî tirkmen û suryaniyan jî nabin

Li Kurdistana başûr li gel kurdî û erebî, tirkmenî, suryanî û ermenkî jî bûn zimanên resmî. Berdevkê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher ji Rûdawê ra gotiye serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî qanûna zimanên resmî îro îmze kir. 
Û êdî li Kurdistanê tirkmenî, suryanî û ermenkî jî wekû kurdî û erebî zimanên resmî ne.

15 december 2014

Hilbijartina jiyaneka çawa di destê meriv da ye

Kes nizane ewê kînga û çawa bimre, di vî warî da meriv ne xwedî biryar e û nikane hilbijartinekê bike. Mirin tê, kînga dilê wê bixwaze ya jî bi gotineke din dema ku roja meriv temam bû.
Lê derbarê jiyanê da, derbarê jiyaneke çawa da meriv dikane tercîhekê, hilbijartinekê bike. Loma kurd dibêjin çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro. Ji ber ku şiklê jiyana meriv, hevalên meriv, bîr û baweriyên meriv netîceyên tercîhekê ye.

Edalet! Edalet Edalet!

Rojekê merivê dilpak û weliyê Xwedê yê bi nav û deng Behlûl Dana û Xalîfe Harûnê Reşîd bi rê da rastî hev tên. Xelîfe Harûnê Reşîd bi hurmet ji Behlûl Dana ra dibêje:
-Behlûlê hêja, tu wiha ji ku tê?
Behlûl dibêje:
-Ez ji Cehenemê(dojehê)têm.

14 december 2014

Emerîkayê mohra xwe ya bêbextiyê ji ser kurdan rakir

Kongreya Emerîka, PDK û YNK ji lîsteya ”organîzasyonên terorîs” derxistiye. Tiştekî baş e û meriv wek kurd pê kêfxweş dibe.

Lê li alî din jî hebûna navên PDKê û YNKê di lîsteya organîzasyonên terorîst da skandal e û li hemberî miletê kurd, PDK û YNKê bêexlaqî û bêbextiyeke mezin e.



Serokê PDKê Mesûd Barzanî ev yanzde sal in serokkomarê Kurdistanê û Mam Celal jî serokkomarê Îraqê bû. Û ev herdu lîder jî di nezda Kongreya Emerîka da serokên du partiyên terorîst bûn.
Xurt bêbext û zalim in !
YNKê û PDKê di dîroka xwe da tu tiştekî ku bibe sebebê ew têkevin vê lîsteya ”terorîstan” nekirine. Ev yek.
Ya din ji sala ji sala 1991ê û virda ye têkiliya Emerîka li Îraqê di mestewake bilind da bi kurdan ra heye. Ev 11 sal in kurd nîvdewlet in û her roj bi berpirsiyarên Emerîka ra rûdinin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Talabanî heta nuha çendîn car li Qesra Spî bi serokên Emerîkayê ra rûniştine.
Yanî bi kêmanî ev deh sal in têkiliyên dêplomatîk di nabêna Kurdistana Federe û Emerîka da heye.
Lê Emerîkayê heta nuha jî navê PDKê û YNKê ji ”lîsteya terorîstan” dernexistiye. Jixwe carê hebûna navê wan di lîsteyeke wiha da bêbextiyeke mezin e.
Ez hêvî dikim ku li pey vê biryarê dor were PKKê jî, di demekekin da PKKê jî ji lîsteyê derxin.
Lê ev hewqasî ne hêsa ye. Ji ber ku emerîkiyan PKK belaş nexistin wê lîsteyê, miheqeq ji Tirkiyê bedelkekî wê girtin. Ji bo ku ”mohra terorîstiyê” ji ser PKKê ranebe Tirkiye amadeye bedelekî mezin bide Emerîka û ewê bide jî.
Loma jî heta ku di ”terorîstiya” PKKê da pere û qezenc hebe Emerîka û gelek welatên Ewrûpa ewê vê mohrê li ser PKKê ranekin. Lê roja kar tê nema, roja Tirkiyê ji bo vê mohrê bertîl neda, a wê çaxê ewê bi demagojiya DEMOKRASIYÊ vê mohrê rakin….
Pere kevir nerm dike...

 

XXX

Sînorê hin tiştan dikane hebe, lê yê nefretê û hezkirinê tuneye. Sînorê tirsonekiyê û yê mêraniyê jî tuneye. Sînorê bêxîretiyê û xîretê jî tuneye. Sînorê bênamûsiyê û yê binamûsbûnê jî tuneye.
Loma jî meriv nikane ji yekî gazin bike, bibêje, yaho çawa ev xiyanet, ev bênamûsî kir?
Dibe, benîadem dikane her başêyê û her xerabiyê, her mêraniyê û her îxanet û bênamûsiyê bike...

XXX

Dîrok û serpêhatiya kurdên Xorasanê.
Gelek kurd nizanin ev 500 sal in li Xorasanê kurd hene. Esas di vî warî da gelek nivîs hene. Nufûsa wan li dora 1, 7 milyon e û bi kurmancî dipeyivin, şîene.
Hin kurdên wek Kilçdaroglu heramzade koka xwe digihînin Xorasanê ji bo ku xwe ji kurdayetiyê bişon. Lê ji bîr dikin ku piştî şerê Çaldiranê bi hezaran kurd li Xorasanê hatin biçîkirin ji bo ku rê li ber êrîşên Ozbekan bigrin. Fermo li vê vîdeoya hêja temaşe bikin û piçekî kurdên Xorasanê û dîroka wan nas bikin.

 

XXX
Hevaltiya kûçikan heta meriv hestiyekî bavêje nabêna wan.
///Hz. Mewlane 


XXX
Li vê dinyayê bi milyonan însan di jiyana xwe da bêyî ku kitêbekê bixwînin dimrin. A ev dinya hewqasî ne adil e...

13 december 2014

Gelo edebiyata me jî bi civata me ra guherî?

Evîn û guhertinên, serobinbûnên civakî û kulturî ji mijarên edebiyatê yên serekî ne. 
Em dizanin di van 30 salên dawî da li Kurdistana bakur di warê civakî û kulturî da guhertinên pir mezin çêbûne. 
Di civatê da gelek têkiliyên nuh peyda bûne. Jin ji hundur, ji ber kulînê derketine û daketina qada siyasî û di civatê da bûne xwedî gotin.

Di bindestiya kurdan da bi qasî dewleta tirk kurdên hevalbendên dewletê û AKPê jî sûcdar in.

Di bindestiya kurdan da  kurdên hevalbendên dewletê û AKPê jî sûcdar in.
Heger kudan piştgirî nedana AKPê û nebûna parlamenterên wê û hemûyan doza mafê xwe, doza dewletekê bikira nuha Kurdistan çêbûbû. Ev hêza kurd di praktîkê da ji leşkerên dewletê jî xerabtir e. 

11 december 2014

Dewleta tirk bi bêdilî navê PAKê qebûl kir

Wezareta Karûbarên Hundur ya Tirkiyê dawiya dawî ne ji dil be jî miracaeta Partiya Azadiya Kurdistanê(PAKê)qebûl kir û belgeya girtina miraceta partiyê da berpirsiyarên PAKê.
Ser xêrê be û çavê hemû endam û berpirsiyaran ronî be. Bi vê qebûlkirinê tabuya navê Kurdistanê jî hêdî hêdî tê şikandin. Pêşketineke pir baş e.

Hemû jî şîrheram in

Engîn Ardiç ji Selahedîn Demirtaş ra gotiye ” Demirtaş dixure”! Yanî canê wî dîsa heqaretê û lêdanê dixwaze.
Ardiç çepekî kevn e, lê nuha paşmêr û şûrkêşekî Erdogan yê devbixwîn e. Ji Erdogan û hukûmeta AKPê ra şelafiyê(nangenimiyê) neke ewê ji nanê xwe bibe.

10 december 2014

Hedefa îcar xort in

Ev demeke dewlet li Kurdistanê bi bahaneya bûyerên di meş û protestoyên ji bo piştgiriya Kobanê qewimîn rojê bi dehan keç û xortên kurd digrin. Heta nuha bi sedan xort girtine û tewqîf kirine. Bi taybetî jî li bajarên tevgera kurd lê xurt e van operasyon û girtinan dikin. Dixwazin hêza netewî, HDPê, PKKê û alîgirên wan li wan bajaran ji hêzda bixînin.

09 december 2014

Tirkiye welatê dewşirmeyan*

Bekir Coşkun li ser Dewleta Osmanî û zimnê ”osmanî” nivîseke pir xweş nivîsî ye. Wek tê zanîn hukûmeta AKPê dixwaze zimanê osmanî yanî tirkiya kevn bike zimanê perwerdê yê mecbûrî.
Coşkun dibêje Osmanî ne ”ecdad mecdad ”ên tirkan e. Û Dewleta Osmanî jî ne dewleteke tirk e. Ji xwe padîşahên Osmaniyan tirk nedigirtin serayê.

08 december 2014

Bi vê giraniyê êdî siyaset nabe

Heta nuha me bi giranî siyaset ji bo liberxwedanê, ji bo xweparastinê û wendanebûnê dikir. Me hewil dida em neqedin û li ser nigan bimînin.
Lê êdî me ew merhele li pey xwe hîştiye, dibê êdî em siyasetê ji bo biserketinê û qezenckirinê bikin. Dibê hedef û daxwazên me yên siyasî vekirî û zelal bin.

07 december 2014

Dîtina xortekî li ser pêşeroja PAKê

Li Diyarbekrê di civîneke PAKê da lawê hevalekî bi henek ji bavê xwe ra gotiye:
-Bavo ev partiya we 5 salên din ewê were girtin.
Bavê gotiye, ”Çima?”
Lêwik gotiye:

Li ser fîlmê Bêkes

Min û xanimê nuha di telewîzyonê da li fîlmê Karzan Kader ”Bêkes”temaşe kir.
Lawikê me Rojen fîlm ji înternetê daxist, bi telewîzyonê ve girê da. Bû wek fîlmekî normal. Fîlmekî pir xweş bû.
Bûyerên film di destpêka 1990î da di dema rejîma Seddam da derbas dibe. Du birayên zarokên sêwî û bêkes(7 salî û 10 salî) di qulika xaniyê sînemayê ra li fîlmê ”Superman” temeşe dikin, dibin heyranê hêz û edelata Superman.
Û biryarê didin ku herdu bi hev ra herin Emerîka, ba Superman ji bo ku Superman were Seddam û hemû leşkerên wî bikuje û dê û bavê wan paşda li wan vegerîne.
Ji bo ku xwe bigihînin Emerîkayê ji wan ra pasaport û pere lazim e. Lê ne pere û ne jî pasaporta wan heye.
Lawikê biçûk(7 salî ye)di gulelîstikê(xarlîstikê) da kerekê ji zarokekî din dibe, lê bavê zarok lê dixe û kerê xwe ji wan distîne. Dû ra kerê ji mêrik dikirin û bi xerîteya dinyayê dikevin riya Emerîkayê. Bi rê da gelek îş tên serê wan, gelek zulm li wan dibe.
Rejîsorê fîlm Karzan Kader e. Karzan Kader li Kurdistana başûr di dema rejîma Seddam Husên da serpêhatiya du birayên biçûk bi hostayî, bi dilekî mezin û bi germayiyekî însanî taswîr dike.
2014-12-06

XXX
Ez bi zêr bim herkesê buhayê min bizanibe. Bira ez bi hesinekî basît bim, buhayê min tenê yê fêm dike bizane.
///Şemsî Tebrîzî

XXX
Têkoşîna ji bo Kurdistaneke serbixwe ji aqil bêtir îşê dil e, tirsonek serê wî kûpê aqil be jî di nîvê rê da dev ji têkoşînê ber dide û refê xwe diguhere.


06 december 2014

Micadeleya azadiyê bê rîsk nabe

Hûn dizanin kûsî tenê çaxa serê xwe ji qêlik derdixe û tahlûkê digre çavê xwe dikane bi pêşda here.
Rewşa me kurdan jî teqrîben dişibe ya kûsî. Ancax dema em diwêrin rîskê bigrin, yanî tahlûkê bigrin çavê xwe dikanin bi pêşda herin, hin mafan bidest xin û di rojên pêşda bibin xwedî welat û dewlet. Yanî bêyî rîsk, bêyî bedel ne em azad dibin û ne jî Kurdistan. Jiyan bi xwe bi rîsk e.
Xwezî ne wiha bûya, lê wiha ye...

04 december 2014

Hin kes ji tembelên Bexdayê jî tembeltir in lê zimanê wan dîsa jî hirinekê dirêj e

Hin kes ji tembelên bexdayê jî tembeltir in, di 50-60 salên jiyana xwe da 31 herfên kurdî rindikî fêr nebûne lê dîsa jî zimanê wan hirinekê dirêj e û xelkê jî naecibînin, bi kar û xebata kesên wek mûriyan(gêrikan)dixebitin nayên serî, heta bêqîmet dibînin.

01 december 2014

Weleh sibe dîsa rêwî me

Weleh ruyê min nagre ji we ra bibêjim lê veşartin jî ne rast e, dibê ez rastiyê ji we ra bibêjim. Sibe bi hevalên kar ra em dîsa diherin konferanseke du rojan.
Emê îcar jî herin bajarê Trosa. Carê em diçin derekê, bajarekî.
Hûn dizanin hertim eynî der nabe, dibê hercarê bajarekî cihê, hawirdoreke cihê, xwezayeke cihê be.

PARVE BIKE