17 november 2014

Ez ji xoratan hez dikim

Di orta salên 1970î da dema ez xort bûm li Wêranşarê ez bi piranî diçûm qahwa çambazan, qahwa gundiyan. Hevalên min yên gundî pir bûn. Kêfa min ji wan ra dihat. Min şelwer li xwe dikir û şewqe dida serê xwe û li şirîta dengbêjan guhdarî dikir. Ez ji bajariyekî bêtir dişibiyam gundiyan.
Lê nuha jî ez ji cimat û sohbeta xortan hez dikim, sohbeta bi kalên wek min ra bîna min teng dike. Ne ez tiştekî ji wan fêr dibim û ne jî ew ji min. Ne gotinên min dikeve serê wan û ne jî yên wan dikeve serê min.
Loma jî gava diçim welêt hevalên min xort in, xort tên dora min û ez diçim ba xortan. Dixwazim di cimata xortan da û di nava xortan da bim. Ez ji sohbeta xortan hez dikim. Xort dixwazin fêr bibin, wek kal û pîran aqil nafroşin.
Xort merivên bêhesab, dobre û cesûr in, xwedî fikir û ne oportunîst in, wek kal û pîran ne bizok in, ji mirinê natirsin
Ez ji xortan hez dikim. Kêfa min ji xortên cesûr, xortên dîn, xortên netebitî, xêrtên nerehet ra pir tê…
Ez çend rismên xwe yên xortaniyê, dema ku ez xortekî kal bûm û diçûm cimata kalan…

XXX
Însan teyrekî bêbask e,
Heyran bi rastî jî însan teyrekî bêbask e, roja îniyê van çaxan li Stenbolê li dikanan min alvêr dikir, di telaşa rêwîtyê da bûm û nuha jî li Stockholmê, li ciyê kar di nava horiyên swêdî da me, peqlawê li wan belav dikim û ji wan ra qala rêwîtiya xwe dikim. Hûn dikanin bibêjin xwe bi wan şîrîn dikim.
Tew hinek ”îmzeyê” ji min dixwazin. Ji ber ku nivîskarek ji nava wan derketiye ji min bêtir kêfa wan tê. Ev jî xusûsiyetekeî swêdiyan e, bi serketina meriv pir kêfxweş dibin.
Tiştê min ji vê dinya derewîn fêm kir hertişt derew e, tenê mirin rast e, çûyin heye û veger tuneye. Yanî ne wek meriv here Stenbolê û piştî hefteyekê paşda vegere.
Hefteyekê min çi dît, çi xwar hemû bû derew, nuha hertişt dîsa vegeriya wezna berê, ez dîsa li ”Fosrsakringskaşan”ê di nava swêdiyan virde û wêda baz didim û pê ra jî li rojên borî difikirim…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE