Her
sal gava diçim Diyarbekrê riya xwe bi mekanê Qutbedîn Yildiz jî dixim, bîstekê
li ba wî rûdinim, çayeke wî vedixwim û bîsteke pê ra sohbet dikim.
Mekanê wî tim şên e, cimata wî pir hindik tim heye û ji leqleqê û sohbetê ra jî
musaîd e. Welhasil wek her sal, îsal jî min riya xwe bi mekanê wî xist.
Gava ez çûm wir, wek hercar dîsa çend kes li wir bûn. Ji wan yekî bi navê Tahîr Ulug ji Bismil bû. Zilamekî
rîsipî bû, ez dibêjim li dora 70î hebû. Li gor gotina wî ew ji başçawîşiyê
teqawit bûbû. Ji ber ku li Bismil alîkariya gundiyan dikir, rê bi ber wan
dixist piştî darbeya 12ê Îloana 1980î hinek lê gilî dikin. Wî digrin û davêjin
zindana Diyarbekrê. Di zindanê da dikeve qawîşa DDKDê ya hevalên me.
Di sohbetê da mesele carê hat ser hefsa Diyarbekrê û zulma li kurdan kirine. Gava
bihîst ez ji Wêranşarê me û Siracetîn Kiricî hevalê min e ji min ra qala
bîranîneke xwe ya hefsê ya pir balkêş kir.
Got eskerekî pir zalim, pir bêbav, pir neyarê kurdan hebû. Ji kêfê bi girtiyan îşkence
dikir.
Bi deriyê her qawişê aliyê derve ve lîsteya girtiyên hundurê qawişê hebûye. Ew
leşkerê zalim gava dilê wî bixwesta diçû li ber wê lîsteyê disekinî, çavê xwe
digirt û tiliya xwe dida ser lîstê û jorda berbî jêr dadixist û li derekê
disekinand. Navê kê di bin tiliya wî da bûya, ban dikirê û lê dide.
Rojekê dîsa çûye ber deriyê qawîşa wan û dîsa eynî tişt kiriye. Tiliya wî li
ser navê meleykî navsale sekîniye. Ban kiriyê, gotiye were der. Bi bankirina
leşkere mele biziyaye ye û ji tirsa çûye ketiye nava nivînan û
orxana(lihêfa)xwe kişandiye ser xwe.
Li hemberî vê rewşê, Sirac Kiricî çûye ber derî û gotiye, filankes(min navê wî
meleyî ji bîr kir)ez im. Leşker biriye îşkenceyeke mezin pê kiriye, dema paşda
hatiye qawişî di nava xwînê da bûye, hal tê nemabûye.
Kalê ji Bismil dû ra jî wiha dom kir, got:
-Me Sirac bir li ser ranza wî dirêj kir, em giş xemgîn bûn. Û ez rabûm çûm ber
serê mele û min jê ra got mele, vî camêrê han di ber te da çû hewqa lêdan xwar.
Ma tu çi dibêjî?
Mele serê xwe ji bin orxanê derdixe û hêdîka jê ra dibêje:
-Xwezî ne êzidî, musilman bûya…
Li ser vê, kalê bismilî pir diqehere û jê ra dibêje:
-Hey nemeru, hey bêexlaq, weleh dibê ez nuha tufî ser çacê te kim! Tu bi qurbana
wî û vê camêriya wî bî…
Ji ber ku kurdek, meleyekî kurd li hemberî camêrî û mêraniya kurdekî êzidî wiha
difikire ez şerm dikim. Fikir û baweriyên wiha derî medeniyet û însaniyetê dibê
di nava kurdan da nemînin. Hemû kurd ne mecbûr in musilman bin, dibê em vê
fikrê di nava kurdên misilman da baş bicî bikin.
Ez vegerim ser meselê.
Gava ez di heqê merivekî, dostekî, hevalekî xwe da gotineke baş, camêrî û
mêraniyekê dibihîzim kêfa min tê, pê dilşa dibim. Bi vê fedekarî û mêraniya
Sirac jî kêfxweş bûm.
Herçiqas mele cahilekî ne layiqî vê fedekarî û çêyiyê be jî Sirac camêrî û
mêraniyeke hêjayî teqdîrê kiriye. Kêfa
min hat, pê serbilind bûm.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar