Rast e Emerîka û welatên Ewrûpa ne melayket in, wek her
dewletê ew jî li kar û berjewendiyên xwe dinêrin. Li gorî hesab û berjewendiyên
xwe carnan dibin hevalên zaliman û carnan jî li dijî zaliman radiwestin. Carnan
ew bi xwe zulmê dikin, carnan jî li dijî zulmê û neheqiyê derdikevin.
Carnan hinaan wek kurdan dikin bindest û carnan jî hinan ji bindestiyê rizgrar dikin. Dibê em vê rastiyê û vê dîrokê bizanibin, zanîna me şert e...
Lê li gel vê jî ez dibêjim Xwedê kir ku îro Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê hene. Û bi taybetî jî Emerîka.
Heger Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê îro tunebûna bawer bikin nuha dinya di rewşeke gelkî xerabtirda bû.
Lê bi taybetî jî em kurd nuha di bin nigên leşkerên ereb, tirk û farisan da pelixî bûn, tirk, faris û ereban nuha koka me qelandibûn.
Emerîka û Yekîkitiya Ewrûpa çiqqasî xerab bin jî, çiqasî xerabî bi me kiribin jî ez dîsa jî dibêjim Xwedê kir ku ew hene.
Emerîka bi kêmanî wek DAÎŞê me wek pezê qurbanê şerjê nake, wek Îranê her roj me qefle bi bi qefle bi darda nake û cendekên zarokên me li bajarên me wek şahî û mîhrîcanan bi gelê me nade temaşekirin...
Dibê kurd êdî çavên xwê vekin û piştî hewqas serpêhatî êdî fêm bikin ku tirk, ereb û farisan heta nuha çi anîne serê me, heger ne Emerîka û Ewrûpa be ewê îro jî eynî tiştî û heta jê gelkî xerabtir jî dîsa bînin serê me, ewê me qir bikin…

XXX
Di tewafê da ji ber ku heciyekî kurd bi hevalê xwe ra bi kurdî peyivîye berpirsiyarê dîyaneta Tirkiyê bi hêrs jê ra gotiye, ”yaho qenekê li mala Xwedê viya nekin”!
Û siyasetmedarên me jî dibêjin ew dewletê naxwzin, demokrasiyê dixwazin.
Lawo li mala Xwedê jî xelk nahêle tu bi zimanê xwe bipeyive, ji ber ku bi kurdî peyivî hîn do li Kaşê xortekî 20 salî bi navê Mahîr Çetîn dan ber kêran û kuştin û yê din jî li ber mirinê ye.
Heger hûn ne dewletê, demokrasiyê dixwazin, weleh demokrasiya tirkan ev e.
XXX
Bûyera herdu Seîdan
Ev demeke hin kurd bi zanîn ya jî bi nezanî bûyera herdu Seîdan(Seîd Elçî û Dr.Saîd Kirmizitoprak)dîsa tevradikin. Bi dîtina min di demeke wiha nazik da bi vî rengî, di medya sosyal da gurrkirin û aktuelkirina bûyerê ne rast e, li zirara kurda ye, ewê neyartiya nabêna hin hêzên kurd kûrtir bike. Berpirsiyarê bûyerê kîjan alî derkeve jî netîceyê naguherîne û feydeyekê nade me. Lê dikane zirareke mezin bide me. Bi dîtina min dibê meriv nuha zêde neçe ser vê meselê.
Tiştê bûye ji bo miletê kurd û tevgera kurd ya netewî trajediyeke pir mezin e.

Îro li Stockholmê rojeke pir xweş hebû, 20 derece germ bû.
Ez û xanim piştî xurîniyê me xwe tev kir û em derketin gerê. Bi tesadufî em çûn
dereke hewqas xweş ez matmayî mam. Ev 34 sal in ez li Stockholê dijîm lê min ev
herêma hewqas xweş nedîtibû. Em çar saetan geriyan. Ji nuha û pêda kîjan mîvanê
min were ezê bibim li wan deran bigerînim. De hatin ji we rêberî ji min.
Roja îniyê jî em çûn daweta dostê hêja Mihemed Ozalpê Tetwanî. Piraniya rismên dawetê xweş derneketin min avêtin.

Xalo me ew ciye xwesh, li ku ye u nave wir ciye? Dibe ku xweda rojek cuna wir bike nesibe me ji.
SvaraRadera